Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêrsa li Dijî Bêdengîya Rûsiya û Amerîkayê

 

 

 

Li dijî dagirkeriya Tirk û bêdengiya li êrişên wê, ji aliyê Rûsya û Amerîkayê ve hêrseke zêde heye.
Vê hêrsê îro xwe li kolan û qadên Rojavayê Kurdistanê da der.
Bi deh-hezaran kesî şehîdên komkujiya Hilêliyê, Yûsif Gulo, neviyên wî Mezlûm û Mehmûd Gulo bi merasîmekê oxir kirin.
Di merasîma cenaze de soza tolhildanê hat dayîn.

HÊRSA LI DIJÎ ÊRIŞAN Û BÊDENGIYA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ
BI DEHHEZARAN KESÎ LI KOLANÊN QAMIŞLO BÛN Û ŞEHÎDÊN XWE OXIR KIRIN
9’ê Mijdarê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd komkujiyeke din jî kir.

Li taxa Hilêliyê ya Qamişlo Yûsif Gulo, neviyên wî Mazlûm û Mehmûd Gulo di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Li dijî vê êrişê û bêdengiya hêzên garantor ên weke Rûsya û Amerîkayê, hêrseke zêde li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî heye.

Vê hêrsê xwe li kolan û qadan jî da der.

Li Qamişlo dikan nehatin vekirin.

Û ji seranserî herêma Cizîrê, bi dehhezaran kesî berê xwe da nava bajêr.

Girseyê cenazeyên şehîdên xwe Yûsif, Mazlûm û Mehmûd Gulo li Çerxerêya Sonî wergirtin û berê xwe da Şehîdgeha Delîl Saroxan.

Tevahî pêkhateyên herêmê di meşa şehîdan de cihê xwe girtin.

Darbestên şehîdan li ser milan, bi dehhezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşan dan.

Girseya gel li nava Qamişloyê saetekê bi şehîdên xwe re meşiya.

Li Şehîdgeha Delîl Saroxan piştî meşê merasîmek hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif axivî:

Li ser navê MSDê, Rêveberiya Xweser, sazî, rêxistin û partiyan nûner di merasîmê de axivîn.

Paşê nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Herî dawî li ser navê malbata Gulo, Dayê Necah axivî.

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan li ber tilîliyên dayîkan û dirûşmeyan hatin veşartin.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv