FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLÛM ABDÎ:
EM ÊRIŞA HÊZÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA ŞERMEZAR DIKIN
Pêr li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, çekdarên PDK’ê êrişî gerîllayên HPG’ê kirin..
Di encamê de 2 ji wan bi giranî, 3 gerîlla birîndar bûn..
Têkildarî êrişê, fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Mazlum Abdî li ser hesabê xwe ê tewîtterê daxuyaniyek da..
Mazlum Abdî êrişa çekdarên PDK’ê weke hewldana têkbirina destketiyên gelê Kurd binav kir û wiha got:
Êrîşa Hêzên PDK’ê ya li dijî gerîlayên PKK’ê li Amediyê cihê şermezariyê ye. Êrişên wiha wê destkeftiyên doza kurdî têk bibin.
Fermandarê QSD’ê Mazlum Abdî banga rawestandina êrîşan kir û xwest pirsgirêkên di navbera aliyan de bi rêya diyalogê werin çareserkirin..