KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ:
EM LI BERXWEDANA ZINDANAN XWEDÎ DERKEVIN
Li zindanên dewleta Tirk, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 20 roj in di greva birçîbûnê de ne..
Têkildarî berxwedana girtiyan, Komalên Jinên Kurdistanê daxuyaniyek da
Koordînasyona KJK’ê ragihand ku girtiyên siyasî di bin şert û mercên giran de li dijî tecrîdê rabûne û wiha dewam kir:
Jinên ku li rûmeta xwe xwedî derdikevin di nava serhildanê de ne. 27’ê Mijdarê berxwedêrên zindanan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirin.
Baş tê zanîn ku Rêber Apo bêtirî 21 salan e di nava pergala êşkenceyê ya herî zor de tê ragirtin. Ev êşkenceya ku li Îmraliyê destpêkir, li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûye.
Bi vê yekê rêjîma faşîst, teslîmiyet û îxanetê li ser girtiyan ferz dike.
Li hemberî vê siyasetê, jinên berxwedêr li rûmet û azadiya xwe xwedî derdikevin.
Dewleta Tirk a bi ti awayî dest ji dîroka xwe a kirêt û zalim bernamde, 5 salên dawî rastiya xwe a mêtinger careke din nîşan da.
Di pêvajoyeke wiha de berxwedana bi pêşengiya jinan û gelê Kurd li her deverê belav dibe û ev yek teqez wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê biserkeve.
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de pêngava KCK û KJK a bi dirûşmeya “Bese tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê ye” bi bîr xist û ev bang kir:
Bi hêza ku em ji berxwedana li zindanan digrin, wê pêngava me biserkeve. Zor û zehmetî hebin jî, em ê tecrîda li ser Rêber Apo bidawî bikin û têkoşîna xwe a azadiyê biser bixin.
Ji bo vê erka gelê me ew e ku li berxwedana zindanan xwedî derkeve û li her qadê beşdarî têkoşînê bibe.