Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîfaa Herkî: Guh bidin daxwazên gel 16.12.2020

 

DÎFAA HERKÎ / XWEBÛN
GUH BIDIN DAXWAZÊN GEL

Di desthilatdariya Başûr de ev krîzên ku 29 sal in didomin wisa kiriye ku gel li piraniya bajarên Kurdistanê xwepêşandanan li dar bixe. Niha xwepêşandan li piraniya navçeyên Silêmaniyê didomin. Hin rayedarên PDK’ê ji bo xwepêşanderan dibêjin ‘terorîst’. Bi rastî jî ev ne gotineke di cih de ye. Ji ber ku gel ji bo rewşa aborî ya xerab derketiye qadan û mafên xwe dixwazin. Gel îro li Başûr bêkar û birçî ne. Ev nêzî 3‐4 meh in xelkê Başûr mûçeyên xwe nestandine. Heta niha li Başûr sê çar mûçe hatine dabeşkirin. Bêrêzî li dayikên şehîdan tê kirin û zarokên wan birçî ne. Nêzî 300 hezar ciwanên ku zanîngeh qedandine bêkar in. Ev gotinên bi vî rengî yên qirêj û kirêt in. Îro sedema van xwepêşandanan ne birçîbûn tenê, bêkarî, bêzarî û nebûna azadiyê ye. Tu dest li pişt xwepêşandanan tune ye.”

Ji salên 1993’yan heta niha her dema xwepêşandanek çêdibe, desthilatdara Başûr dibêje ‘destê derve li pişt e’. Yanî cihê ku hikûmet berê xwe bide rastiya gel û xizaniya gel bibîne, berovajiyê vê yekê tevdigere û dibêje xwepêşandan bi destê derve pêk tên. Kes dijminê welatê xwe nîn e, dijminê hikûmeta xwe nîne lê îro gel tenê daxwaza heqê xwe kiriye. Gel dawa mûçeyên xwe û mafê xwe dike.”

Sedema yekemîn her çiqas krîza aborî û mûçe bin jî di bingehê de hin sedemên din jî hene. Egera sereke mûçe ne û ligel vê jî hikûmeta Başûr bac û bertîl li ser gel dirust kirin. Di heman demê de heqê gelê Başûr nadin. Sedema din nebûna azadiyê ye. Li Başûr azadiya rojnamegeran û civakê û hwd. tineye. Yek ji sedema çalakiyan nebûna edaletê ye, ji ber ku li Başûr edalet nemaye. Başûrê Kurdistanê wekî welatê sîn û çîn lê hatiye. Sedemeke din jî nebûna çaksaziyê ye. Li welatê me çaksazî li tu sazî û cihekî tine ye. Niha pereyên petrolê bi ku ve diçin, pereyên deriyê sînoran bi ku ve diçin gel vê yekê nizane. Ev tev sedemên van xwepêşandanan in.”

Eger hikûmet guhê xwe nede gel û nerazîbûnên gel li ber çavan negire wê her biçe rewş xirabtir bibe, xwepêşandan belavtir bibin. Hewce ye hikûmet li dû gazinên gel here, tişta herî lezgîn were kirin ev yek e. Tu baregeh, avahî û kelûpelên partiyan hindî dilopeke xwîna mirovekî kurdan biqîmet nîn e. Lewma jî hewce ye hêzên hikûmet vê tundiya li ser gelê xwe rake û di demeke kurt de çareseriyekê ji bo daxwazên xwepêşanderan bibîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv