Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Banga KNK’ê: Bila PDK û PKK bi awayekî lezgîn dest bi diyalogê bikin 16.12.2020

 

BANGA KNK’Ê:
BILA PDK Û PKK BI AWAYEKÎ LEZGÎN DEST BI DIYALOGÊ BIKIN

13 Kanûnê li derdora gundên Amediyê, hêzên taybet ên PDK’ê êrişî gerîllayên HPG’ê kirin..

Di encamê de 2 ji wan bi giranî, 3 gerîlla birîndar bûn..

Têkildarî rewşê, Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ahmed Karamûs ji Ajansa ANF’ê re axivî…

Karamûs ji bo çareseriya aloziyê, bi bîr xist ku heyetek ji KNK’ê meha mijdarê çû serdana Başûrê û wiha dewam kir:

Em weke KNK’ê bûyera dawî ya li Amediyê weke tevgereke provokasyonê dibînin. Pêwsîte alî xwe ji vê rewşê dûr bixin û bi hestiyarî tevbigerin.

Beriya her tiştî hêzên li wir bicih bûne lazime vegerin prozîsyona xwe a berê.

Hevserokê KNK’ê îşaret bi xeteriya şerê di navbera aliyan de kir û wiha got:

Divê were zanîn ku şerên bi vî rengî wê bi herêmekê sînordar nemîne. Şer wê li Kurdistanê belav bibe û bandoreke xerab li gelê Kurd û hemû partiyên siyasî bike.

Li gel vê encamê, wê şer destê dijminên Kurdistanê jî bihêz bike.

Ji ber vê çendê, banga me ji bo PDK’ê û PKK’ê ew e ku bi lezgînî dest bi diyalogê bikin.

Di heman wextî de em bang li pêşmerge û gerîlla jî dikin da xwe dûrî şer bikin.

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karmûs dûbare anî ziman ku yekane rêya çareseriyê diyalog e û ev bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir:

Pêwsîte bi rola xwe rabe û rê nede şerê di navbera Kurdan de. A girîng ew e ku di vê pêvajoya nazik de hemû hêzên Kurdistanî bi awayekî lezgîn kom bibin û rêyên çareseriyê peyda bikin..

Hevserokê KNK’ê li dijî daxuyaniya dawî ya serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir:

Helwesta Mesûr Barzanî ya li hemberî PKK’ê, Rojava û Şengalê, zerarê dide berjewendiyên gelê Kurd.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv