Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Piştî gotina lê belê… 02.04.2021

 

PIŞTÎ GOTINA LÊ BELÊ…
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Sefîrên Amerîkî û yên Yekîtiya Ewrûpayê gelek caran bi HDP’ê re hevdîtinan dikin. Her wiha ji ber xebatên HDP’ê jî kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ewrûpa û Amerîka baş dizanin ku mîmarê wê projeya demokrasiyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 6 milyon kesên dengê xwe didin HDP’ê hene û tevî malbatên wan ev hejmar dighêje 25 milyonan. Ev kes di heman demê de polîtîkayên krîmînalîzasyonê û lîsteya terorê ya Ewrûpayê jî qebûl nakin. Ew bi xwe jî di ferqa vê de ne.

Lê dibêjin Ocalan, PKK û HDP cûda ne û divê HDP mesafeyê têxe navbera xwe û wan.

Li aliyekî qala qehremaniya şervan û jinên Kurd dikin bê çawa li Rojava li dijî çeteyan şer kirin. Li ser wan fîlman çêdikin û pesnê wan didin.

Lê yên ew qehreman afirandine û zana kirine jî terorîst îlan dikin.

Sala 2014’an dema ku êrişa DAIŞ’ê li Şengalê pêk hat, eskerên Iraqî û hêzên PDK’ê fîşekek neteqandin û reviyan. Deh hezaran kes di lepên DAIŞ’ê de hiştin. Gerîlayên PKK’ê bi canfedayî ji bo parastina gel tevgeriyan. Niha ji wan gerîlayan re dibêjin terorîst, ji yên reviyan re jî dibêjin hêzên ewlekariyê.

Ew çeteyên El Qaîde ku Dewleta Tirk destekê dide wan li Iraq û Sûrî têra xwe teşhîr bûn û di lîsteya terorê de hat bicihkirin. Li ser vê yekê gelek nav guhertin û herî dawî jî wekî parçeyek Dewleta Tirk hat binavkirin.

Welatên Ewrûpa, Amerîka, Rûsya û Netewên Yekbûyî ew Artêşa ku ji qatilan pêk tê pak nîşan didin. Ji wan qatilên tecawuzkar re dibêjin hêzên eskerî yên girêdayî Tirkiyê. Ev qatilên ku hejmara wan derdora 80 hezarî ye fermiyet dane wan.

Dema ku ev yek diqewime li ber çavên Ewrûpa, Amerîka, Konseya Ewrûpa û CPT Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Gerîlayên PKK’ê ku ji bo azadiyê şer dikin terorîst îlan dikin.

Li dijî vê rewşê ne tenê PKK’yî, divê gelê Kurd, partiyên wan, sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên wan bibêjin bes e.

Yên dibêjin mesafeyê têxin navbera xwe û PKK’ê bila bersiva ji wan re ev be; Hun mesafeyê têxin navbera xwe û faşîzma Tirk. Hun mesafeyê têxin navbera xwe û çeteyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv