Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Hemû kurd deyndarê êzidiyan e 02.04.2021

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
HEMÛ KURD DEYNDARÊ ÊZIDIYAN E

Piştî Peymana Şengalê ku di 9’ê Cotmehê de navbera Hewlêr û Bexdayê hatibû morkirin, ev çendîn car e hikûmeta Bexdayê dem dide Rêveberiya Xweser a Şengalê. Daxwaz ew e ku cihên asayîş lê ne dewrî hikumetê bikin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, biryara hikûmetê her tim red kir û bang li gel kir ku ji berxwedanê re amade bin. Ji ber bertek û berxwedanê, hikûmeta Bexdayê ne biryarên xwe, ne jî egerên peymanê heta niha bi cih neanî.

Hikûmeta Bexdayê careke din ji Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxwaz kir ku di 1’ê Nîsanê de, cihên asayîş lê ne vala bikin û rêvebirî jî tê de hemû sazî û dezgehan teslîmî wan bikin.

Rêveberiya Xweser, vê biryarê red kir. Wê encam çi be, em ê bi hev re bibînin.

Hin alî dibêjin ku heke biryar neye bicihanîn wê artêşa Iraqê êrîş bibe ser Şengalê.

Lê berî ku em li encamê binêrin, hinek li ser sedeman rawestin. Gelo çi sedem hene ku Hewlêr û Bexda navbera xwe de peyamek çêdikin û dixwazin, Xweseriya Şengalê ji holê rakin?

Sedemên Bexdayê eşkere ne. Ew dixwazin hemû deverên ku dema Seddam di bin desthilatdariya wan de bû, niha jî bikeve bin desthilatdariya wan. Belkî niha hêza wan têr nake ku Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Halepçeyê kontrol bikin. Lê hêza wan têr bike, wê sibe roj heman tiştî ji hikûmeta federal a Kurdistanê jî daxwaz bikin. Li Kerkûkê çi bi serê kurdan anîn me bi hev re dît. Konjonktur pêk were, dikare Kerkûkê dûbare bike.

Êdî eşkere ye. Hemû cîhan zane. Yên zora DAIŞ’ê biriye kurd in û li hember paşverûtiya DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dan. Berdêlên giran jî dan. Lê piştî têkçûna DAIŞ’ê, ew ên nedikaribûn DAIŞ’ê, li ser maseyan dest bi lîstoka kirin. Niha, dibe ku fersendeke dîrokî careke din ji destê kurdan derkeve. Divê kurd vê derfetê nedin neyarên xwe.

Peyva dûmahî jî bila ev be. Em kurd hemû deyndarê gelên êzidî ne. Ew hem bermayiyên resen in, hem jî li hember şerê li dijî DAIŞ’ê berdêla herî mezin dan. Hê jî bi hezaran jin û zarokên êzidî winda ne. Hê jî namûs û xîreta wan tê paymalkirin. Şerma herî mezin ew e ku kurd careke din êzidiyan tenê bihêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv