Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

ÎHD: Li girtîgehan 604 jê giran 1605 girtiyên nexweş hene 02.04.2021

 

ZEXT Û BINPÊKIRINÊN LI ZINDANÊN TURKIYÊ YÊN 2020’AN
ÎHD: LI GIRTÎGEHAN 604 JÊ GIRAN 1605 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Komeleya Mafê Mirovan ÎHD, derbarê zext û binpêkirina mafên girtiyan ên di sala 2020’an de raporek amade kir.

Û bi daxuyaniyeke çapemeniyê, raporê bi raya giştî re par ve kir.

Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li Enqerê pêk hat.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan; diyar kir ku di sala 2020’an de ji girtiyan 266 name ji wan re hatine û 54 serlêdan çêbûne.

Bêyî îstîsna parastina mafê jiyanê û tendiristiyê ya hemû girtiyan bi berpirsyariya dewletê ye.

Ozturk Turkdogan bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û got;

”Bi qasî ku komeleya me tespît kiriye li gritîgehên Tirkiyê 604 giran, bi giştî hezar û 605 girtiyên bi nexweşiyên girna hene û dibe ku zêdetir jî be.”

ZEXT Û BINPÊKIRINÊN LI ZINDANÊN TIRKIYÊ YÊN 2020’AN
ÎHD: TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI RÊBAZA ÊŞKENCEYÊ DIDOME

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê, diyar ku tecrîda li Îmrali ya li ser Rêber Apo li girtîgehên Tirkiyê bi rêbazên cuda didome.

”Ji bo talûke li jiyana girtiyên ku di grêva birçîbûnê de ne nebe, divê saziyên têkildar tecrida li ser Abdullah Ocalan bi dawî bikin û tavilê gavên şênber bavêjin.

Divê hikumet li gorî peymanên navnetewî û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tev bigere.

ÊŞKENCE Û ZEXTÊN LI ZINDANÊN TIRKIYÊ
LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ LI DU GIRTIYAN ÊŞKENCE HAT KIRIN

Li aliyê din Huseyîn Bag li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Xarptê tê ragirtin, bi rêya malbata xwe diyar kir ku qerdiyanan êşkence li du hevalên wî kirine.

Malbatê nerazîbûn nîşan da û got:

Bêyî ku hincetek hebe qerdiyan bi ser qawîşan de digirin û kelûpelên wan belav dikin, êrişî wan dikin.

Malbatê serî li Komeleya Mafê Mirovan da û daxwaz kir ku li dijî binpêkirinên mafan bikevin tevgerê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv