Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Bersiva Josep Borrell ji bo çekên kîmyewî’

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
BERSIVA JOSEP BORRELL JI BO ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Dewleta Tirk bi awayekî bêperwa çekên kîmyewî, gazên jahrê û bombeyan bi kar tîne. Li Zap, Avaşîn û Metîna sedê caran ev bombe hatin bikaranîn. Her wiha dehan gerîla jî şehîd xistin.

Li Kanîmasî û derdora wê 548 gundî ji gazên kîmyewî jahrî bûn û rakirin nexweşxaneya PDK’ê. Lê PDK’ê ev yek wekî nexweşiya korona bi nav kir û veşart. Yekîneyên tendurustiyê ji Tirkiyê anîn û xistin kontrola wan. Beriya demekê jî li gundê Hirorê yê Duhokê Evdila Hesen û malbata wî jî di encama êrişa balafirên şer de bi çekên kîmyewî jahrî bûn. Lê sala 1997’an ev sîleh ji aliyê 197 dewletan ve hatine qedexekirin. Ev yek di heman demê de sûcekî şer e.

Ji bo kontrolkirina van sîlehan saziyek jî hat avakirin û navenda wê li Laheyê ye. Lê tevî ku sazî heye û peyman hene, Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gerîlayên wê van bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

Parlementerê Swêdî yê parlementoya Ewrûpayê Malîn Bjork ji bo ku bersiva van pirsan bide pêşniyarpirsek da parlementoyê. Malîn Bjork pirs kir û got gelo hayê Yekîtiya Ewrûpayê ji vê yekê heye an na. Her wiha wê li beramberî vê yekê tiştekî bike an na pirs kir. Rayedarê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell beriya bi çend rojan bersiv da û got PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de ye û çalakiyên terorê pêk tîne. Wekî din dibêje Dewleta Tirk ji bo têkbirina terorê li Iraqê ye û li ser bikaranîna çekên kîmyewî hayê wan jê tineye.

Borell wekî din ji welatên herêmê jî dixwaze bibin hevkarê wan. Borrell tîne ziman ku PKK û komên din divê ji herêmê werin derxistin û destek dide peymana li ser Şengalê.

Borrell bi vê gotina xwe bersiv nade û bi ser halan de rojevê diguherîne. Dagirkeriya Dewleta tirk a li Iraqê wekî mafekî rewa dibîne, lê nabêje wê ew dagirker kengî û çawa ji wê axê derkevin. Borrelê ku dibêje ez piştgiriya peymana Şengalê dikim hayê wî jê heye ku ew çekdarên PDK’ê bûn civaka êzidî li Şengalê bi komkujiyê re rûbirû hiştin.

Josep Borrell bi vê daxuyaniyê îtîraf dike ku ew wekî Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê didin Dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Me fêmkir bê çima Erdogan ewqasî rehet tevdigere. Yekîtiya Ewrûpa heta dawî piştgiriyê dide qirkirina Kurdan. Di rewşeke wiha de ne exlaqî ye ku ji Tirkiyê li benda hiqûq û demokrasiyê bin. Li aliyekî dibêjin tu dikarî Kurdan qir bike û çekên kîmyewî bi kar bîne, li aliyê din dibêjin Osman Kavala berdin. Ev yek ne dirûtî, bêexlaqî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv