LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
CIWANÊN BAŞÛR: DIVÊ SAZÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNIN
Li Başûrê Kurdistanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li ser qadên gerîla nerazîbûn heye.
Koma Helokanî Zagrosan a ciwanan pêşiya Dêra Sara ya Silêmanî çalakiyek li darxist.
Ciwanan destnîşan kir ku êriş ne tenê li dijî gerîla, li dijî tevahiya gelê Kurd in.
Li hemberî vî sûcê ku dewleta Tirk dike, bêdengiya civaka navneteweyî hat rexnekirin..
Û bang li hukûmeta Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê jî hat kirin ku êdî rê nedin dagirkeriya Tirk.