LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ŞÊNIYÊN TIL BIRAK Û MINBICÊ MEŞÊN GIRSEYÎ LIDAR XISTIN
Li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk çalakî he ne.
Şêniyên Til Birakê bi meşeke girseyî hêrsa xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilate Sûriye anî ziman.
Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin li hemberî sucên dewleta tirk bisekinin.
Meşeke din jî li Minbicê hebû.
Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û saziyên jinan jî di çalakiyê de cîh girt.
Meş li Çerxerêya El-Meseb veguherî mîtîngê.
Li vir gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin;
Dewleta Tirk ji bo têkbirina berxwedan û têkoşîna gelên herêmê hemû rê û rêbazan bi kar tîne,
Lê wê berxwedana gel van rêbazên qirêj têk bibe.