Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Dewlet û mafya

 

DEWLET Û MAFYA
FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN

Salên 90’î bi bilindûna têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li Tirkiyeyê têgeha dewleta kûr ket rojevê. Bi vê pergala ku bi hevkariya artêş, MÎT û JÎTEM’ê pêş ket dihat xwestin pêşî li kurdan ango pêşî li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bê girtin. Bi destê vê koma çete ya dewleta Tirk li Kurdistanê di gelek bûyerên narkotik, revandin, kuştin û sûîkatê çêbûn. Bi taybet ev pergala qirêj di serdema Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar de pêş ket. Rejîma AKP‐MHP’ê jî li Kurdistanê bi heman şêwazî tev digeriya. Ferqa di navbera AKP û pergala salên 90’î ew bû ku Erdogan û ekîba li derdorê veşartî, bi awayekî hosta tev digeriyan.

Hevkariya xwe ya bi serçeteyan re li ser vê têgehê kûr kir û bi rê ve bir. Serçeteyê bi navê Sedat Peker yek ji van kesan bû. Lê bi demê re berjewendiyên wan hev negirtin. Ev jî bû sedem ku Sedat Peker êdî bibe yekî ji rêzê ango bibe yekî dijî têgeha li ser postê desthilatê ye.

Desthilatdariya şer li dijî Sedat Peker da destpêkirin û xwest bi her awayî wî bêbandor bike. Li ser vê yekê Serçete Sedat Peker jî vala nesekinî û ji 2’ê gulanê vir ve bi rêya dîmenan, çeteya di nav rejîma AKP‐MHP’ê de xal bi xal eşkere dike. Di vê mikurhatinê de mijara sereke ya Peker, wezîrê karê hundur Suleyman Soylu bû. Lê bi demê re yek bi yek navê ekîba li derdora wî jî eşkere kir. Di beşa dawî ya mukirhatinên xwe de Sedat Peker pêwendiyên di navbera siyaset, dewleta kûr û mafyayê de raxistin ber çavan. Vê carê Sedat Peker mirovê herî nêzî Erdogan xist nava lîsteya sûcdar û bazirganên narkotîkê.

Ew jî serokwezîrê berê Bînalî Yildirim bû. Di vê mijarê de wî kurê Bînalî Yildirim, Erkan Yildirim weke rêvebirê vî karî nîşan da. Peker eşkere kir ku Erkan Yildirim ê xwediyê bi dehan keştîyî, beriya demekê ji bo bazirganiya narkotîkê çûye serdana Venezuellayê.

Di vîdeoyê de Peker dibêje “kujerê rojnamevan Ugur Mumcu, Mehmet Agar bi xwe ye.” Li ser mijara cinayetên ku di salên 90’î de li Kurdistanê jî Peker dibêje “bi fermana Agar, karsazên Kurd dihatin kuştin.” Ji ger ku li Tirkiyê hiqûq û kanûn nînekesên ku wekî van tawanan tên darizandin jî îro di asta herî bilnd de di nav rejîma AKP‐MHP’ê de cîh digirin. Nakokî û pevçûnên di nav van komên çete de rûyê rast û desthilatdariya Tirkiyê radixe ber çavan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv