Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Ku 770 parêzer bimeşin Îmraliyê!

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
KU 770 PARÊZER BIMEŞIN ÎMRALIYÊ !

Di 26’ê gulanê de bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên a Ji Bo Azadiyê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe bi îmzeya 770 parêzeran kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Parêzeran xwestin ku rêya Îmraliyê li parêzeran bê vekirin û Ocalan karibe bi parêzeran re hevdîtin bike. Lê heta niha hikûmet û wezareta dadê ker û lal e.

22 sal in tecrîd didome. Hemû parêzer û hiqûqnas diyar dikin ku hiqûq û mafên mirovan tê binpêkirin. Tespîtek rast dikin. 3 roj berê hiqûqnasan bi îmzeya 770 parêzeran li dijî tecrîdê dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. Hewldan û gav avêtin girîng in. Lê ji bo daxwaz li ber çavan bên girtin û rayedar gavên çareseriyê bavêjin, pêdivî bi çalakiyên kolanan û radikal heye. Gelo hikûmeta ku dengê dayika Şenyaşar nabihîze, dê ev kampanyaya îmzeyan a parêzeran çiqasî wê bihejîne. Çiqas dengê wan biçe hikûmetê.

Parêzer nûnerê parastina hiqûqê ne. Parazvanê mafên mirovan jî divê mafê mirovan biparêzin û lê xwedî derkevin. Eger ku li welatekî hiqûq û mafê mirovan lê tune be, divê herî zêde parêzer û hiqûqnas li hiqûqê xwedî derkevin. Divê herî zêde parazvanê mafên mirovan û partiyên siyasî yên muxalif li demokrasî, hiqûq û mafên mirovan xwedî derkevin.

Eger ku parêzer jî îro rabin bi îmzeyan li hiqûqê xwedî derkevin, hikûmet bi vê bangê dê deng nîne xwe. Di rastiya Tirkiyeyê de ji bo parastina mafan û hiqûqê çalakiyên kolanan û radikal lazim im. Kengî parêzer, parêzvanên mafên mirovan li kolanan daxwazê xwe bînin ziman wê demê dengê wan wê bê bihîstin. Eger îro 770 parêzer biçin pêş qesra edaletê ango bi hevre berê xwe bidin Îmraliyê û li Bûrsayê daxwazên xwe bînin ziman ez bawer im ne tenê hikûmeta AKP-MHP’ê dê hemû cîhan deng û daxwazên wan bibihîze. Ne tenê Wezareta Dadê, bawer im wê CPT, DMME û hemû parazvanên mafên mirovan ên cîhanê dê dengê wan bibihîze. Ku cîhanê deng bihîst wê demê hikûmeta vî welatî jî neçar e dengê wan bibihîze û gavan bavêje. Li dijî tecrîda giran, li dijî nenaskirina hiqûqê çalakiyên hiqûqî û demokratîk ên kolanan encax tevgerekê ava bike û mafan bi dest bixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv