Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elîf Ronahî: Li hemberî berxwedana gerîla pergala dagirkeran rûxiya ye

 

ENDAMA KONSEYA GIŞTÎ YA SEROKATIYA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA PERGALA DAGIRKERAN RÛXIYA YE

Endama Konseya Giştî ya Serokatiya KCK’ê Elîf Ronahî, beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Elîf Ronahî, çalakiyên serkeftî yên gerîla nirxand.

Divê em vê rastiyê bibînin.

Dewleta faşîst, ji 2014’an ve li hemberî gerîla û gelê Kurd dest bi planeke çokşikandinê kiriye.

6 sale vê planê biser nexistin.

Helbet di vê pêvajoyê de me şerekî mezin meşand û berdêlên giran jî dan.

Di vê berxwedanê de payeke mezin a gerîla, ya li gorî şertê nû xwe guhertin heye.

Elîf Ronahî Diyar kir; dewleta Tirk ketiye wê lezê ku windahiyên xwe veşêre.

Dewleta Tirk, windahiyên xwe vedişêre.

Her roj gerîla 9-10 esker û çete dikuje.

Yên ku bi dîmen tên tespîtkirin jî qebûl nake.

Heya niha gerîla bi kamerayên xwe 50-60 eskeran tespît kiriye.

Gelo heya niha wana çend ji van qebûl kirine?

Gelo Tirkiyê ber bi ku ve diçe.

Divê gelên Tirkiyê vê rastiyê bibîne û li hemberî vê pêvajoyê raweste.

ENDAMA KONSEYA GIŞTÎ YA SEROKATIYA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
DI SERKETINÊ DE PAYA GERÎLAYÊN YJA STARÊ GELEKÎ MEZIN E

Elîf Ronahî, di hemû şeran de darbeyên gerîlayên YJA Starê yên serkeftî jî nirxand.

Di van serketinan de paya gerîlayên YJA Starê gelekî mezin e.

Di pêvajoya têkoşîna 40 salî de pêşketineke mezin a artêşbûna jinê heye.

Ji gelek aliyan ve dema em li çalakiyan dinerin, em careke din dibînin ku jinên Kurd bune hêzeke mezin a parastinê.

Bi rastî îro jinên cîhanê jî bi xwezî vê pêvajoyê dişopînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv