Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Dewleta çete û mafya

 

DEWLETA ÇETE Û MAFYA
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ev demek e, dewleta Tirk weke caran bi têkiliyên bi dîzî, gendelî û mafyayê rojev dagir kiriye. Bi îtîraf û vîdeoyên Sedat Peker re qirêja dewleta kûr hemû careke din yek bi yek dertê holê. Balkêş e, kengê dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve dikeve tengasiyê serî li van rêbazan dide. Sedat Peker yek ji endamê herî mezin e, mafyayên li Tirkiyê ye û heta niha di bin parastina dewletê de bû. Gelo çi bû sebeb yan jî çima ji nişkê ve bi rêya vîdeoyan yek bi yek sûcên dewletê belav dike.

Wekî din, li xwe mikur tê ku di pratîkê de wek endamê Daîreya Şerê Taybet çi kar kirine. Di eşkerakirina kiryarên li hemberî hevjîna xwe de eşkere dike ku dewleta Tirk ji ‘edaletê’ dûr ketiye. Lewma vîdeoyên Sedat Peker di heman demê îtîrafeke dewleta Tirk a birêxistinbûna şerê taybet e.

Ji ber ku serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7´ê Hezîrana 2015´an de hesabên desthilatê hemû, ser û binî hev kiribûn. Lê belê, pîlaneke wiha qirêj dikarîbû wan ji vê binketina mezin rizgar bike. Lê di van hewildanên darbeyan hemûyan de em baş dizanin ku birînên mezin di jiyana civakê de vebûn. Şideta li ser jinê, kuştin û xwekuştinên jinan, revandina jinên ciwan, destdirêjiya li zarokan ji her demê zêdetir bû. Pîvanên exlakî yên civakê cihê xwe ji cînsyetparêziyê re hêlan. Her derba ku bi pêş ket, civak bêhtir ber bi rojên tarî ve bir. Bêhtir civak xizan kir. Neliretî, têkiliyên mafyawarî ji her demê zêdetir bi pêş ketin.

Bêedeletî, bêhiqûqî heta bes zêde bû, û demokrasiyê êdî rêya xwe winda kir. Li şûna aramiya civakê, hêza çete û mafyayê mezin bû û xwe bi rêxistin kir; û xwe berda nava rehên civakê hemûyan. Ji ber van polîtîkayên gemar, hîmê civakê ji binî ve dirize. Dewlemendiya dewletê hemû xistine xizmeta şerî. Lê li gel van hewildanan hemûyan, rejîma Tirk a faşît nekarî pêşî li mezinbûna tevgera azadiya Kurdistanê bigire. Kengê dor lê teng dibe, dest bi pîlan û êrişên nû dike. Piştî ku êriş û planên li dijî bakûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê neçûn serî, destpêka sala 2021´ê hêza xwe hemû ji bo dagirkirina Garê seferber kir. Lê bi berxwedaneke bêhampa, li vir jî bersiva xwe girt.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv