Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Biryarên şaş encamên rast dernaxin’

 

BIRYARÊN ŞAŞ ENCAMÊN RAST DERNAXIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Li Tirkiyeyê bi hatina desthilatdariya AKP’ê re hemû tişt hatin guhertin. Ev nêzî 20 sal e rejîma AKP’ê li texte û li Tirkiyeyê dest avêt hemû qadên jiyanê. Yasa li ser yasayê derxist û hewl da ji bo alîgirên xwe pergaleke guncaw ava bike. Di encamê de îro Tirkiye bi têkçûneke mezin re rûbirû ye.

Desthilatdariya AKP’ê di bin pêşengiya Erdogan de ji roja hatiye ser erkê heya roja me ya îro her sal bi guhertinên pergalî ket rojevê. Guhertinên bêyî lêkolînên pergalî û civakî dihatin kirin hişt di gelek waran de gelên li Tirkiyê dijîn, bi krîzên mezin re rû bi rû bimînin. Di vê pêvajoya dirêj û giran de kesên bi qezenc derketin jî alîgirên desthilatdariya AKP’ê bûn.

Herî dawî krîza aborî hişt ku li welat xizaniyeke mezin bê jiyîn. Lê ger em vê xizaniyê bi polîtîkaya AKP’ê ya aboriyê tenê ve girêbidin em ê têkevin nava şaşîtiyeke mezin. Beriya vê krîzê jî bi milyonan kes li Tirkiyeyê di bin sînorê birçîbûnê de dijiyan. Lewma em dikarin bibêjin li Tirkiyeyê krîz qet bi dawî nebûye. Tirsa ku îro çêbûye jî encam e. Encama polîtîkya şaş a aboriyê ye.

Ji ber ku li Tirkiyeyê muxalefeteke wisa xurt û bi hêz nîn e, li hemberî van kiryarên wisa xirab jî bertek bi pêş nakevin. Yanî siûda Erdogan a herî mezin ew e ku serokê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu ye.
(…)

Ji ber ku di van mijaran de rêveberiya CHP’ê lawaz e, nikare perspektîfeke xurt jî derxe holê. Çend roj berê serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got; “em naxwazin gel dakeve qadan. Em alîgirê hilbijartinê ne.” Yanî bi kurtasî dixwaze bibêje, bila gel doza mafê xwe neke.
(…)

Di vê mijarê de mînaka herî baş mirov dikare ji Qezekistanê bide. Hefteya borî li Qezekistanê ji ber zama petrolê gel daket qadan. Bertek nîşanî hikûmet û biryara hikûmetê dan. Li ser vê nerazîbûna gel hikûmet ji erkê hate girtin.
(…)

Lê mixabin li Tirkiye ya ku xwe bi gelek welatan naguhêre li hemberî vê kirîza aborî û polîtîkayên şaş ên rejîma AKP‐MHP’ê bêdengiyek mezin heye. Yekem sedama vê bêdengiyê jî bêîradebûyîna hêza mûxalefetê ye.

Di vê mijarê de li Tirkiyê mûxalefeta herî bi hêz û xurt HDP dike. Lê bi mijarên cuda hewl didin HDP’ê jî krîmînalîze bikin.
(…)

Di encamê de derdikeve holê ku li Tirkiyê ne desthildarî û ne jî muxalefet bi erka xwe radibe. Herdû alî jî xwe li ser îradeya hev ferz dikin û li pey berjewendiyên xwe ne.
(…)

Rejîma AKP‐MHP’ê ya ku xwe di ser gel re dibîne, hewl dide bi siyaseteke şaş encamên rast bi dest bixe. Ev rêveberî mahkûmî têkçûnê ye. Krîzên heyî jî îşaretên vê yekê ne…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv