Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Hayri Hazargol: ‘Demokrasî li kuçeyan pêş dikeve’

 

DEMOKRASÎ LI KUÇEYAN PÊŞ DIKEVE
DR. HAYRI HAZARGOL / YENÎ YAŞAM

Li Tirkiyê desthilateke faşîst lis er kar e. Dîktatorî heye. Tayîp Erdogan got; “Danekevin kuçeyan, lewre em ê we biperçiqînin.” 15’ê Tîrmehê bibîr xist. Ev tê wateya ku “yên dakevin kuçeyan em ê serê wan jêkin”. Ji ber ku di 15’ê Tîrmehê de vîdeoyên serjêkirina xwendekarên dibistana leşkerî hatibûn parvekirin.

Li hemû cîhanê mafê gel heye ku dakeve kuçeyên û xwepêşandan lidar bixe. Ev normeke ku ji aliyê herkesî ve hatiye qebûlkirin. Desthilateke ku bibêje “em ê yên dakevin kuçeyan biperçiqînin” desthilateke qelse. Ew desthilate ku bi daketina gel a kuçeyan wê hilweşe. Tehdîdên ku li cîhanê tu desthilat nikare bike dikin. Ji ber vê yekê careke din derketiye holê ku desthilata AKP/MHP’ê di dîroka Tirkiyê de desthilata herî qelse.

Xwepêşandanên kuçeyan dikarin demokrasiyê bînin. Ev rastiyeke ku piştrast bûye. Mirov nikare tu welatekî ku bêyî kuçeyê demokrasiyê bidest xistibe nîşan bide.

Bêguman hê jî demokrasiyeke rasteqîn tine ye. Dema li dîroka welatên ku xwedî saziyên demokratîk in û mafê demokratîk nîşan didin binihêrin, wê were dîtin ku xwepêşandanên kuçeyan hene. Bêyî rageşî û têkoşînê demokrasî pêk nayê. Ji ber ku demokrasî parvekirina hin erkan bi gel re ye.
(…)

Gotina “danekevin kuçeyan” tê wateya; hûn nikarin tiştek bixwazin, ku pêdivî hebe em ê bidin. Ev jî mirovan ne wekî hemwelatî, wekî kole dîtin e.
(…)

Desthilatên faşîst dikarin bi vî awayî bibêjin, lê belê CHP û Tifaqa Millet ku dibêjin em muxalifên AKP’ê ne, li hemberî van tehdîdan dibêjin; “em danakevin kuçeyan.” Bi daxuyaniyên xwe daketina kuçeyan wekî provokasyon dibînin. Li cîhanê muxelefetek bi vî awayî nayê dîtin. Hêzên demokratîk ên muxalif nikare gotineke bi vî awayî bibêje. Ku bibêjin jî wê li hemberî gel ê bikaranîna mafê herî rewa ê bingehîn derkevin.
(…)

CHP ji bilî “hilbijartin”ê teştekî din nabêje. Yên li hemberî vê zilma desthilatê banga danekevin kuçeyan dikin wê nikaribin parastina hilbijartinê jî bikin.
(…)

Ya rast tişta ku vê rewşê afirandiye jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Heya ev pirsgirêk hebe, her helwesta gelên Tikriyê wê wekî piştgiriya xwesteka Kurdan a azadî û demokrasiyê were dîtin û bixwazin bi tepisînin. Divê tehdîdên Erdogan jî bi vî awayî werin fêmkirin.
(…)

Hêzên ku demokrasiyê dixwazin hê jî vê rastiyê fêhm nekirine. Gelek demokrat û aliyên sosyalîst jî vê rastiyê baş fêhm nekirine.
CHP salên dirêje hin aliyên çep û sosyalîst bi xwe ve girêdaye. Yek ji faktora bingehîn ku nahêle tevgerên çep û sosyalîst pêş bikevin jî ev e. Ji ber vê yekê jî divê dest ji dûvika CHP’ê were berdan. Ya ku CHP’ê jî ber bi demokratîk bûnê ve bibe jî, pêşketina tifaqa çep e.

Ku HDP û hêzên din ên demokratîk ji derveyî HDP’ê bi tifaqan têkoşîneke bibandor bidin, wê karibin li hemberî CHP’ê û tifaqa faşîst AKP/MHP’ê jî têkoşîneke bibandor pêk bînin.

Ji ber vê yekê erkên girîng dikeve ser milê HDP’ê, hêzên çep û demokratîk ên li derveyî HDP’ê. Kuçe ew qadin ku gel bihêz dibe. Xwerêxistinkirin û têkoşîna kuçeyê hêza gel zêde dike; demokratîkbûnê bipêş dixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv