Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Di sala 2021’ê de berxwedaneke dîrokî ji aliyê gerîla ve hat kirin’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DI SALA 2021’Ê DE BERXWEDANEKE DÎROKÎ JI ALIYÊ GERÎLA VE HAT KIRIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkoşîna gerîla ya sala 2021’ê nirxand.

Duran Kalkan têkildarî şerê gerîlla yê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û wiha got:

Li dijî tevgerên dagirkeriyê di sala 2021’ê de berxwedana gerîla di lûtkeyê de bû.

Di pêngavên demên nû de jî diyar bû ku ti hêz nikare li hemberî gerîla bisekine.

Çawa dibe, dewleta Tirk ku xwedî artêşa duyemîn a NATO ye, li hemberî berxwedana gerîla têk diçe.

Li hemberî ewqas êrişên dijwar ên teknîkê, bi karanîna çekên kîmyewî disa jî gerîlayên azadiya kurdistanê jî yek gav paş de neavêt.

Her tim çakakiyên nû afirandin û derb li dijmin dan.

Gerila vê hêz û vî rih ji kî digirtin?

Mirov divê vê berxwena gerîla baş fên bike..

Yanî divê mirov bibîne ka hêza mirovê ku xwe nas dike çi ye û ev hêz çawa derdikeve holê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
DIVÊ EM XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN

Dûran Kalkan da zanîn ku têkoşîna gerîla ya sala 2021’ê ji berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ne cûya ye..

Rast ev 40 sal e em ji bo mafê xwe şer dikin.

Her şerekî mirov dike rol û misyonên xwe hene.

Ya em dikin ji bo tevahiya mirovahiyê ye.

Ji ber vê yekê jî berpirsyariyên me zêde ne.

Berxwedana gerîla îro dimeşîne ji berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ne cûda ye.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê, ya Sûrê û îro berxwedana li Avaşîn, Metîna, Zap ya li tûnelan pir dişibin hev.

Ji ber heman rih û heman xet îro li van qadan careke din zindî dibe.

Berxwedana li Zendûra, Werxelê li Girê Sor û deverên din tu carî nayê jibîrkirin.

Erka dikeve ser milê me çi? Divê em li gerîla xwedî derkevin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
GERÎLA NE TENÊ REJÎMA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê, DERBEKE MEZIN LI HEVKARÊN WÊ JÎ DA

Duran Kalkan diyar kir ku berxwedana gerîla ne tenê li rêjîma faşîst a AKP/MHP’ê derbeke mezin li hevkar û îxanetkaran jî xist.

PDK li şûna ku dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê red bike, deriyê xwe lê vedike.

Rewşa ku PDK ketiyê li ber çavan e.

Li dîroka Kuristanê binêrin, ti caran Barzanî ewqas nehatibûn teşhîrkirin.

Her kesî di êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê de rola PDK’ê dît.

Ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Gerîla bi qasî derb li reşîma faşîst a AKP/MHP’ê xist û anî ber têkçûnê, ewqas derb li hevkar û îxanetkaran jî xist.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
PKK JI BO AZADIYA GELÊ XWE DI XETA FEDAYÎTIYÊ DE LI BER XWE DIDE

Dûran Kalkan diyar kir ku ew di xeta fedayîtiyê de li ber xwe didin û PKK hêzeke hebûn û azadiyê ye.

Berxwedana em dimeşînin di asta şoreşê de ye.

Ne tenê di warê eskerî de em rejîma faşîst têk dibin;

Em di warê îdeolojîk, felsefîk de jî dagirkerên Kurdistanê têk dibin.

Xeta APO’yî ji derveyî serketinê ti riyeke din ji xwe re esas nagre û wê teqez bi ser keve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv