Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zeynep Guner: ‘9’ê Çileyê’

 

9’Ê ÇILEYÊ
ZEYNEP GUNER / WELAT

Dîrok dema 9’ê Çileyê nîşan dide periya baranê Maia hesir dibarîne di ser Parîsê de. Parîsa ku ji xelkê re bûye bajarê evînê ji kurdan re ji 9’ê Çileya 2013’yan ve bûye bajarê şînê. Wê rojê porxelaka Dêrsimê Sakîne Cansiz tevî 2 hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li kolana La Fayette ya nêzî stasyona trenê Gare du Nord hatin qetilkirin.

Hin kesayet hene ku wan bi jiyan, sekin û têkoşîna xwe dîrok nivîsandine. Yek ji wan kesayetan jî Sakine Cansiz ango Sara ye. Jiyana wê her tim di nava şer û têkoşînê de derbas dibe. Sara ji bo jinên Kurd û cîhanê bû çavkaniya bîr û baweriyê.
(…)

Tetîkkêşê vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney bû. Salekê piştî komkujiyê qeydên deng ên tetîkkêş û şefên wî derketibûn holê. Piştî qeydên deng daraza Fransayê der bare rola MÎT’ê de xwestin lêpirsîn were kûrkirin. Wezîrên wê demê yên Fransayê li ber kamerayan soz dan ku wê ev doz di tarîtiyê de nemîne.

Lê piştî mirina kujer Omer Guney dozgeriya Parîsê ser dozê girt. Ev yek hêrsa Kurdistaniyan mezintir kir. Piştî biryardariya malbatan dozgeriyê biryar da ku lêkolîna edlî der bare komkujiyê de bide destpêkirin.

Lê piştî 9 salan jî der heqê fail û kiryarên esasî ango der bare MÎT’a tirk de tu gav nehatine avêtin.
(…)

Îsal jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd di serî de Fransa, li her dera Ewropayê meş û mîtîngên bi dirûşma ‘Heta edalet di tarîtiyê de be Fransa jî tewanbar e’ hatin lidar xistin. Li Ewropayê ji bo ku Fransa berpirsiyariyên xwe bicih bîne, li ber gelek konsolosxaneyên Fransayê çalakî pêk hatin.
(…)

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi salan e bi çalakî û kampanyayan sûcên dewleta Tirk eşkere dike. Yek ji wan kampanyayan jî kampanyaya ‘Sed sedem ji bo darizandina Dîktator’ bû ku di 25’ê Mijdara 2020’an hatibû destpêkirin. Di vê kampanyayê de 235 jezar îmze hatibûn komkirin. Yek ji armancên wê kampanyayê ew bû ku doza komkujiya Parîsê were ronî kirin û sucdar bên darizandin û edalet bê bicihanîn.

Heta edalet pêk nê, wê gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd, her li qadan bin û li ruhê Sara, Rojbîn û Ronahî yên berxwedêr, têkoşîna wan a mezin xwedî derkevin. Mirateya wan a ji bo azadiya jinan bi têkoşîneke xurt berdewam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv