Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Armanc têkbirina gelê Kurd e 21.12.2020

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
ARMANC TÊKBIRINA GELÊ KURD E

Di van salên derbasbûyî de ji ber gelê Başûr ji şer û pevçûnan bêzar bûbû dengê xwe ji gendelî û neheqiyê re zêde dernedixist. Li gor wan gotinên Kurd û Kurdistanî nirxên herî mezin û biwate bûn. Lewma ji bo ev nirxên pîroz bi gotinên nexweş û xirab re neyê cem hev gelek tiştê di dilê xwe de jî nedigotin. Li gor wan pergala heyî xerab be jî ji ber ku kurdistanî ye baş e, lê zarokên wê demê niha mezin bûn û bûn ciwan.

Li herêma Kurdistanê bi berdêla sed hezaran şehîd gelê kurd bû xwedî maf. Ev civaka resen a bi kevneşopiyên xwe û çanda xwe ve girêdayî, cara yekem li gor hebûna xwe ya dîrokî û çandî dijiya, lê di van salên derbasbûyî de pergala rêveberiya herêmê ber bi olîgarşiyê ve çû. Pêşengiya vê jî PDK û Malbata Barzanî kir. Li gor wan hemû tiştên hatine avakirin di despêkê de yên wan in pişt re yên gel. Biryarên li ser herêmê digirin jî wisa ne. Ger ev biryar ji bo wan baş be ji bo civakê jî baş e. Lewma di serî de ew li berjewendiyên xwe dinêrin, ger li gor berjewendiyên wan be erê dikin. Ji ber vê feraseta pûç û qels, di van salên derbasbûyî de gelê kurd her êş û elem kişand. Van kesan her xwe li ser pişta civakê mezin kir û bi keda civakê xwe li ser piya hiştin.

Dewletên metinger, pergala ku avakirine dizanin çi ye û çawa bi rê ve diçe. Lewma ji bo herêma Başûr teslîm bigirin bi bêhnfirehî sekînin û her tim hewil dan ku piştgiriya biryarên şaş ên PDK’ê bikin, da ku şaşiyên hîn mezintir bike. Niha PDK berdelên van şaşî û kêmasiyên xwe dixwaze bixe stûyê gel. Asta xirabiya PDK’ê kiriye gihaşt asta ku dewleta tirk û Iraqê dixwaze. Êdî li Başûr rêveberiya heyî bi tu awayî berjewendiyên gelê kurd di ser yên tirk û eraban re nagire. Dewletên metinger bi destê PDK’ê xwe li herêmê dîsa kirin xwedî îrade. Hêzên azadîxwaz jî hedefa van dewletan de ne. Ji bo ev dewlet di vê mijarê de jî bigihîjin armanca xwe dîsa karta PDK’ê bi kar tînin. Wisa diyar e ku PDK jî ji bo bi vê erkê rabe ji doh ve amade ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv