Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: Berxwedana ji bo azadiyê 21.12.2020

 

BERXWEDANA JI BO AZADIYÊ
AYSEL AVESTA / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gelê Kurd di dîrokê de ji bo azadiya xwe gelek berdêlên giran dane. Li aliyekî berxwedan û çîrokên destanî, li aliyê din jî êş û azar. 19’ê Kanûnê, salvegera qetilkirina Taybet Înan a dayik bû. Dayika Taybet Înan di dema berxwedana Rêveberiyên Xweser de ji aliyê sekvanên dewleta Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li naverastê hat hiştin. Ev dîmenê dayika taybet asta rûreşiya mirovahiyê û faşîzma dewleta Tirk nîşan dide.

Dîsa di dema Silopya tê gotin Sêvê, Pakîze û Fatma tên bîra mirov. Ev her sê jinên siyasetvan di heman demê de ji hêla dewleta Tirk ve li Silopyayê hatin qetikirin. Dijminên qewmê Kurd, bi van êrişên hovane, xwestin vîna Kurdên azad bişikînin, wan çavtirsandî bikin û ji azadiya wan dûr bixin. Lê Kurdan ji vê dîroka xwe ya bi êş ders girtin û berovajî, eniya berxwedanê mezin kirin. Her çendî êriş dijwar bûn, berxwedan jî mezin bû. Li çar aliyên welêt û cîhanê Kurdan bi pêşengiya jinan qadên têkoşînê berfereh kirin û pîlanên dijminan pûç kirin. Lê dijmîn li hemberî vê berxwedana dîrokî a Kurdan a li cîhanê deng vedayî gelekî tengav bûye. Ji lewma bê ser û ber, li ku Kurdek hebe û ji bo hebûna xwe têdikoşe, êrişê wê/wî dike, wê/wî digire, êşkencê lê dike, wê/wî diavêje zîndanan. Lê dîsa jî nikare bi wan. Ji ber ku êdî Kurdan biryara azadiyê daye.

Dewleta Tirk û hêzên ku hesaban li ser vîna gelê Kurd dikin, ji bo ku karibin wan pîlanên xwe yên qirêj pêk bînîn, dengê Îmraliyê dibirin. Bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin Kurdên Azad û hemû baweriyên ku bi ve felsefeyê xwe bi rêxistin kirine, tecrîd bikin. Lê belê îro gelê Kurd bi pekhateyên li azadiya xwe digerin hemûyan re bi têkoşînên wan pîlan û hesabên dijmin yeko yeko pûç dikin. Gelê Kurd, her tim li hemberî cûreyên êrişan hemûyan gotiye, ger jiyaneke azad hebe wê bi Rêber Apo re be. Ji lewma, bi pêşengiya dîlên azadiyê 27”ê Mijdarê li zindanan greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat destpêkirin. Niha li zindanan ji bo îradeya gelê Kurd û nasmameya Kurdên azad berxwedaneke mezin bi rê ve diçe. Dîlên azadiyê di nava wan şert û mercên dijwar de pêşengiya pêvajoyê dikin. Tişta ku divê li derve bê kirin, bê gûman xwedîderketineke xurt e. Di serî de jin, divê bêşên civakê hemû li dora vê berxwedanê bibin xelek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv