DAYÊ EZ HATIM
HUSEYÎN SURGEÇ – ZINDANA MALTEPE
Huseyîn Surgeç, birayê fermandarê HPG’ê yê eyaleta Dersîmê, Yilmaz ê beriya demeke şehîd bû.
Huseyîn sala 1995’an di şerekî de giran birîndar dibe û paşê dîl tê girtin.
Ew vê gavê li zindana Maltepe a Stenbolê ye.
Piştî ku şehadeta birayê xwe bihîst, helbestek ji dayîka xwe re nivîsê.
Helbesta bi navê ‘Dayê Ez Hatim’, di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin:
Dayê Ez hatim..
Hesreta êş û bîrkirinê
Ez im kurê te Yilmaz
Kurê tê yê navê wî Yilmaz
Û ew bixwe jî Yilmaz (wêrek)
Şervanê hêviyê..
Kîna zarokên li sugrûnê mezin bûne
Dengê jinên li ser zinaran diqêriyan
Dayê ez hatim…
Bedena min bi xwînê şil bûye
Dayê ez dexîlê te, aciz nebe!
Min qezayek derbas kir
Ji xwe ev yek bi serê her şoreşgerî de tê
Dayê fîşek di laşê min de bûne mîna hêlînê
Dayê ez hatim
Min xwest cara dawî ti min bibînî
Ma çûyîn bê xatirxwestinê dibe?
Dayê ez hatim…
Ji bo şuştina bedena min, ez av û sabûnê naxwazim
Bi hêstirên çavên xwe ên yên xwişkên min, bedena min bişon
Ji rika zaliman dayê min, Kazim û Aydin himbêz bike
Bila ji bo cara dawî çavên de li laşê min bikeve
Bila hêstrên çavên te û destên te ên bêhna gulan ji wan tê li bedena min bikevin
Min ji te re baqek reyanê çiyê anî..
Piştî demeke din ez ê Aydin û Kazim bibînim
Êdî,
Li bin siya her darê,
Li binê her zinarekî
Û li her aliyê welatê min
Min ji te re Yilmazek hişt…