FEHÎM IŞIK / WELAT
JOE BIDEN JÎ BERJEWENDÎPARÊZ E, LÊ KURD ?
Hatina Joe Bîden, kelecaniyek çêkir. Bêgûman piştî Trump sererastkirinek ji nîzama maldaran re jî pêwîst bû. Divîyabû çareyek ji Trump re bibînin. Ji ber ku Trump yekî dînomîno bû, jê ditirsiyan.
Qet şik nîne. Ji ber ku berjewendiyên wan di şer de ye, maldar şerxwaz in. Her ku şer derdikeve jarî û perîşanî belav dibe, ew jî mal û milkê xwe zêde dikin. Lê naxwazin zirar bigihêje wan. Ji bo wê, wan jî piştgiriya guherîna Trump kirin.
Sedem aşkera ye, maqûl e û tê famkirin. Trump, bêperwa bû, çavsor bû, dikaribû ji bo berjewendiyên xwe her cûre xirabiyê bike. Ev yek bi piştgirîdayîna Erdogan re jî, derketibû holê. Ji bo kurdan bîne ser xeta xwe Erdogan bikartanî. Erdogan jî bi riya wî dijminatiya li hember kurdan xurt dikir.
Kurd, niha hêvî dikin ku Joe Bîden vê siyasetê biguherîne, bi awayekî çavsor piştgiriya Erdogan neke.
Xeta sor a Joe Bîden a sereke, S400 û pêywendiyên Tirkiyeyê ya bi Rûsya û Çîn re ye. Hesabê Îranê jî dike. Xeta sor a sereke a Ewrûpiyan jî aloziya Rojhilata Behra Spî û koçberên li Tirkiyê ne. Heke Erdogan di van xalan de gav biavêje, dilê wan xweş bike, ew dikarin kurdan bifroşin. Belê, naxwazin kurdan winda bikin lê ji dêvla Tirkiyê jî xwe naspêrin kurdan. Ev rastiyek e. Ango berjewendîparêzî tiştekî wiha ye.