Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Astana Soçî Cenevre 05.02.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
ASTANA-SOÇÎ-CENEVRE

Astana, Soçî û Cenevre. Ji bo hevdîtin û civînên li ser Sûriye û Rojava, van her sê bajaran deng vedan. Lê dengvedanek bê xêr. Ji ber ku hemû civînên wan, ne serkeftî derbas bûn û bê encam dawî bûn.

Weke tê zanîn, Rûsya, Tirkiye û Îran, ev her sê dewletên xwedêgiravî garantor û xêrxwazên Sûriyeyê ne, li Astana 14 civînên ne xêrê û ne bi oxir û lewma ne serkeftî pêkanîne, îca niha ew ê dewama van civînan, ji bo “xêrxwaziya” Sûriyeyê û ji bo pirsgrêkên wê çareser bikin, ew ê civîna 15’an li Soçî çêbikin!

Jixwe her kes zane ku van dewletan rast nabêjin, ji ber ku ne xêrxwarz in belê şerxwaz in û ne ji bo berjewendên Sûriyeyê yan welatekî yan gelekî li hev dicivin, berovajî, ji bo berjewendiyên dewletê xwe dicivin û bazarê dikin. Ji vî alî ve jî di siyaseta wan de, aliyên nakok ji aliyên hevbeş pirtir in. Lewma civînên wan jî serkeftî nabin û ev a 15’an jî ya 16’an jî nikarin serkeftî bibin.

Li ser Sûriyeyê bi giştî û li ser Rojava bi taybetî, siyasetên van dewletan cuda cuda ne. Her yek ji wan dixwaze para mezin a Sûriyeyê bi dest xwe ve bixin. Yên ji despêkê ve li xaka Sûriyeyê û Rojava xwedî hêz û xwedî gotin in; Amerîka, Rûsya û Îran in. Vê dawiyê Tirkiye jî kirin hevpar û dagirker. Lê weke xwedî îrade û gotin, hêza derve Amerîka û Rûsya ne. Tirkiye bi temamî li gorî Amerîkay, Îran jî bi giranî li gor Rûsyayê dimeşe.

Bi taybetî li ser Rojava, li gorî siyaseta wan a aşkera ne gelekî ji hev dûr in; her du jî dibêjin em îradeya Şoreşa Rojava ya gelê kurd nas dikin; Rûsya bi sistayî be jî dibêje “Xweseriyek Çandî”, Amerîka jî hema hema dibêje weke statuya federe ya li Iraqê û hwd.

Her çendî rastiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, heta radeyekê tê qebûlkirin jî, lê her kes an hêz an dewlet, objektîf li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin û wisa siyasetê didin meşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv