SORGUL ŞÊXO / XWEBÛN
JI BO CIHÊN HATINE DAGIRKIRIN KOMÎTEYEKE NAVDEWLETÎ DIVÊ
Dema ku li Kurdistanê qala jinan tê kirin yekser şoreş, berxwedanî, lehengî û fedekariya wan tê bîra mirov. Pêşengên şoreşên ku pêk tên, her dem jin in, hêza ku herî zêde jî dijmin jê ditirse dîsa jin in. Di berxwedana şervanên YPJ’ê li hember çeteyên DAIŞ’ê de, gotina çeteyên ku ji aliyê şervanan ve dihatin dîlgirtin ev bû: “Eger em bi destê jinek ango şervaneke kurd bên qetilkirin em naçin bûhiştê”. Lê herî dawî jî xîlafeta wan bi destê şervanên jin hat hilweşandin. Nirxandinên çeteyan a li hember jinên kurd, asta hovîtiya wan vedigot.
Şervanên YPJ’ê tola jinên êzidî û yên herêmê jî ji çeteyên ku ew jin di zeytê de diqelandin, bi şûr serjêkirin, bi penseyan neynûkên wan radikirin û bi vemirandina çixareyan di laşê wan de, di zindanan de bê xwarin û vexwarin dihiştin, bi rizgarkirina Reqqayê re, hilan. Lê dewleta tirk tehamûlî vê yekê nekir û bi rengekî aşkera, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango şoreşa jinan kir.
Ji 2018’an heya niha êrîşên dewleta tirk li ser dergûşa şaristaniya mirovahiyê û welatê agir û rojê, qet ranewestiyaye. Li hember vê êrîşê gulîmorên welêt di her kêliyê de ji bo afirandina jiyaneke azad û bi rûmet, di nava têkoşînê de bûn.
Min yekem car piştî Berxwedana Sedsalê ya Kobanê di sala 2014’an de, di Berxwedana Serdemê a herêma Efrînê de li hember hêza duyemîn a NATO’yê, dît ku efrînî gelekî berxwedêr û parêzvanên nasname, dîrok û hebûna xwe ne. Berxwedaniya 58 rojan ne ji rêzê ye, di her kêliyekê de berxwedaniyeke ku di vegotina wê de ziman pûç dibe, hatiye nivîsandin. Li her bûhisteke axa Efrînê xwîna lehingekê/î hatiye rijandin. Li bin her darek zeytûnê, li ber her zinarekî û li ser her çiyayekî û girekî Efrînê, bi dehan serpêhatiyên şervan û jinên berxwedêr hene. Xwezî zimanê wan dar, zinar û çiyayan heba ku ew çîrokên berxwedanê, hêvî û têkoşîna şervanan vegota.