Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Gardiyaniya Sûrê didin Bahçeliyê faşîst’

 

GARDIYANIYA SÛRÊ DIDIN BAHÇELIYÊ FAŞÎST
FEHÎM IŞIK / WELAT

Di sala 1975’a de Alparslan Turkeş berê xwe dabû Amedê. Digot, “Ez ê biçim fetha Moskovayê biçûk.” Ji hemû bajar û navçeyan bi hezaran faşîst jî bi tevî Turkeş berê xwe dabûn Amedê.

Amedî rabûn ser piyan. Ji 7 salî heta 70 salî, hemû Amedî li kolanan bûn.

Dewleta tirk li benda berxwedanekî usa nebû.

Amedî yek gav bi paşve neavêt. Berxwedana xwe bi israr meşandin. Digotin, “Heta ku Turkeş venegere pîna xwe, em ê kolanan bernedin.”

Di dîroka Amedê de ciyekî taybet ya vê berxwedanê heye. Piştî wê rojê tevgerên şoreşger ya kurd li Amedê xurt bûn. Pêşketinên Amedê bandora xwe li bakûrê Kurdistanê jî kir û tevgerên kurd her çû mezin bûn.

12’ê îlonê pêşî li vê pêşketinê girt. Faşîzm careke din bi rûyê xwe yê aşkere hat ser hukim. Metîngehkarî, careke din bi hemû saziyên xwe ve li Kurdistanê bi cîh bû. Li zîndanan, li gund û bajaran her cûre îşkence û cînayet çêbûn.

Kurd dîsa berxwe dan. Li zîndanan, li çiyan, li kolanan berxwedanek bêhempa meşiya. Ev berxwedan îro jî didome. Dewlet jî her carê xwe bi lîstîkên nû diemilîne û dixwaze berxwedana gelê kurd bişkîne, kurda bê şexsiyet bike.

Vekirina daristanekî ya li ser navê Devlet Bahçeliyê faşîst jî yek ji van gava ne.

Waliyê Amedê Munîr Karaloğluyê diz, her weha qeyyumê şaredariyê ye. Ev Gestopayê nû ya Amedê, çendê hanê biryarek da ku navê Devlet Bahçeliyê faşîst bide daristanek. Amadekariya danîna vê daristanê destpê kiriye.

Ew Sûra ku dîroka wê dighîje hezaran salan, şibhandin zîndaneke. Niha jî bi daristana navê Devlet Bahçeliyê faşîst lê kirine, dixwazin gardiyaniya Sûrê berxwêder jî teslîmî faşîstên tirk bikin.

Ameda berxwêder, divê rê nede vê rûreşiyê. Çawa 47 sal berê Turkeşê faşîst ji Amedê qewirandin, hizrê şoreşgeriyê li Amedê qewî kirin, divê niha jî li hember kiryarên qirêj rabin ser piyan û hiş û hizra şoreşgeriyê careke din ji bin bandora kiryarên qirêj ya dewleta tirk derxin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv