Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rûstem Başûr: ‘Planên PDK û AKP li ser Şengalê’

 

PLANÊN PDK Û AKPÊ LI SER ŞINGALÊ
RÛSTEM BAŞÛR / RONAHÎ

Eger mirov rasterast li herêma Şingalê binêre, ji bo civaka Êzidî cihekî wê yê stratêjîk heye ku bê wê gelê Şingalê nikare debara xwe bike. Çawe ku mirov nikare bê bêhnstandin bijî, civaka Êzidî jî nikare bê Şingal bijî. Ango Şingal cihê pîroziyê ye û nabe ku mirov qala wê neke. Li ser vî bingehî eger mirov li dîrokê binêre, gelê Şingalê ji bo hebûna xwe têkoşîneke mezin daye.

Bêguman îro êrişên ku hiş û wijdanê mirovan nikare rake, hem li ser Rojhilata Navîn, hem jî li dijî civaka Êzidî dibe. Bi rengekî hovane bi ser gelê me de diçin, ku armanc ew e hafîzeya mezin ya civakan tine bikin. Ya rast ev bûyer li Şingalê bi giranî dewam dike. Ji ber dibînin ku Şingaliyan êdî xweserî bi dest xistiye û ji raya giştî re bûye mînak.

Çawa ku tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014 an PDK’ê bi awayekî Şingal radestî DAIŞ’ê kir û civaka Êzidî li hemberî fermana 74’an rû bi rû hişt. Îro jî di pilanên PDK’ê de heye ku Şingal radestî AKP’ê bike. Jixwe di asteke mezin de dike. Rojane bi hevkarê xwe AKP’ê re li dijî YBŞ’ê her cûre planan bi awayekî veşartî dike. Lê rastiyeke domdar e ku wê gelê Şingalê li hemberî van planan li ber xwe bide.

Rewşa îro li Şingalê di rewşeke giran û xeter de ye. Lewra PDK dixwaze Şingalê bêstatû bihêle û di nava pêlên xedar de ragire. Lê gelê Şingalê vê qebûl nake. Mirov dikare bêje ku ti ferq di navbera PDK û AKP’ê de nîne. Jixwe armancên wan jî yek in û her Kurd ji vê lîstikê xwedî agahiye. Ev ne tiştekî nû yan jî veşartî ye. Hevkarî û hevalbendiya wan eşkere ye. Çi planên Tirkan li dijî Kurdan hebin PDK pêk tîne. Dibe ku cudahiya di navbera PDK û AKP’ê de ew be; ku bi Kurdî diaxive, lê rastiyek heye ku ti caran PDK xeta gelan ji xwe re nake bingeh.

Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkarê xwe AKP, di nava her qirêjiyê de ne ku Kurdan bifetisînin û xwe li ser mîrasê wan bi cî bikin. Ji ber wê dixwazin bi êrişan gelê Kurd bêdeng bikin û desthilatiya xwe bi ser wan de bisepînin. Li ser vî bingehî di vê serdemê de, pêwîst e gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz li hemberî êrişên PDK’ê û dewleta Tirkan hişiyar bin û helwesta xwe ya dîrokî diyar bikin ku li hemberî êrişan bibin kelem.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv