Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Elîf Ronahî piştperdeya Komkujiya Parîsê û têkoşîna 3 jinên têkoşer nirxand

 

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ
PIŞTPERDEYA KOMKUJIYA PARÎSÊ Û TÊKOŞÎNA 3 JINÊN TÊKOŞER NIRXAND

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Elîf Ronahî ji televîzyona Medya Haberê re piştprdeya komkujiya Parîsê û têkoşîna 3 jinên têkoşer Sara, Rojbîn û Ronahî nirxand.

Di salvegera 9’an a komkujiyê de Elîf Ronahî her sê jinên têkoşer bibîr anî û got;

Hem wekî dem û hem jî ji bo vê komkujiyê hilbijêrka Parîsê gelekî girîng e.

Bi taybetî şehadeta hevalên ciwan Rojbîn û Ronahî bandoreke mezin li ser gelê me û dostên me çêkir.

Ciwanên ku têkoşîna wan ji xwe re weke mîras girtine îro em dizanin ku li Ewropayê têkoşîneke mezin dimeşînin.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ
DI ŞEXSÊ HEVAL SARA DE PÊŞDEÇÛNA AZADIYA JINÊ KIRIN HEDEF

Elîf Ronahî, bal kişand ser kesayeta Sakîne Cansiz û diyar kir ku Sakîne Cansiz pêşenga jina berxwedêr a li hemberî dijmine.

Heval Sara, yek ji wan rêhevalên me ye ku li hemberî dijmin bi awayekî pratîk berxwedanê daye destpêkirin.

Tenê bi berxwedana li zindanê destgirtina heval Sara, kêm e.

Helbet ev berxwedana li hemberî dijmin a zindanê destanî ye.

Ne tenê gelê Kurd, gelê cîhanê hemû vê yekê dizanin.

Ew yek ji wan kesan e ku bingehê tevgera jinê ya pêşketî avêtiye.

Heval Sara bi îdelolojiya azadiya jinê dijiya û rêgezin azadiya jinê di xwe de afirandibû.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA KCK’Ê ELÎF RONAHÎ:
JI BO KOMKUJIYA PARÎSÊ VALA WERE DERXISTIN DIVÊ BERXWEDAN BIDOME

Derbarê pêşveçûnên siyasî yên dema komkujiyê de jî Elîf Ronahî nirxandinan kir û bal kişand ser berpirsiyarên komkujiyê.

Ne tenê dewleta Tirk, hêzên ku naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe li pişt vê komkujiyê hene.

Ev jî gladyoya navnetewî ye.

Ew jî dizanin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe wê plansaziya wan a Rojihlata Navîn vala derkeve.

Bi vî awayî ji aliyekê ve Tirkiyê kontrol dikin, li aliyê din jî Kurdan di nava pençeyên xwe de digirin.

Bersiva em bidin vê komkujiyê jî ew ku di sala nû de jî heya dawiyê têkoşînê pêş bixin û rastiyê derxin holê.

Bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo, em ê karibin bersiva herî mezin bidin komkujiyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv