Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Erdogan bi kar anîn lê bi ser neketin 29.01.2021

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
ERDOGAN BI KAR ANÎN LÊ BI SERNEKETIN

Her carê ku li ser siyaseta dewleta tirk a navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê nivîsî me, min Erdogan daniye navendê. Ew ji bo sîstemê haletekî baş bû û wî bi hêsanî bikaranîn. Sûcên wî yên mezin hebû. Dizî û gendelî kiribû. Bi çeteyên selefîst re karên gelek xirab dikir. Ev zaafên wî bûn. Dema 7’ê Hezîranê hukum winda kir ji van zaafên wî îstîfade kirin û wî girtin bin bandora xwe.

Di vê heyamê de ji bo ku kurd nikaribin di sîstemê de rola mifteyê bilîzîn, bi qasî MHP, CHP jî piştgiriya Erdogan kir. Her wiha piştgirên ‘nêhînî’ yên wekî Ergenekoniyan jî hebûn. Lê hesabekî din jî dikirin. Ew ê karên xwe yên qirêj bi Erdogan bidana kirin û bi rêya wî sîstemê ji nû ve sazbikirana. Her wisa jî kirin.

Tiştên Erdogan kir hewce nake em dûr û dirêj binivîsînin. Yên bi qaşo muxalîfên wî jî kirin, hemû tên zanîn. Piştgiriya êrîşên ser bi HDP’ê kirin. Bi hemû hêzên xwe ve li çar beşên Kurdistanê piştgiriya şerê dijî kurda kirin û ji Erdogan zêdetir nijadperestî kirin. Gelek car jî bi Erdogan re derketin ser dikê û qaşo ji bo parastina dewletê mil dan milê Erdogan.

Divê em qebûl bikin. Ji Erdogan îstîfade kirin lê Erdogan jî ji meseleyê hayîdar bû. Dema dest bi kar bû, dizani bû ku ew ê rojekî serê wî bixwin. Ji ber wê jî xwe sîgorta kir. Di polîs û artêş û îstîxbaratê de bingeha xwe qayîm kir. Hêzên taybet ên wekî SADAT’ê çêkir. Piraniya burokrasî û kontrola sîstema darizandinê jî girt bin kontrola xwe.
Rewşa niha wê dide xuyakirin ku yên piştgiriya Erdogan kirin, niha nikarin wî bi hêsanî ji ser kar bibin. Ji bo wan du rê maye. Ya ew ê darbeyek li Erdogan bikin. Yan jî ew ê bi Erdogan re lihev bikin.

Darbe zor e. Edî ew hêza Erdogan heye û dikare xwe biparêze. Ji ber wê jî li pey lihevkirinê digerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv