Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Ma cûdahiya AKP û DAIŞ’ê heye? 29.01.2021

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
MA CÛDAHIYA AKP Û DAIŞ’Ê HEYE ?

Bingeha zihniyeta wan yek e. Çavkaniya mejî û hişmendiya wan yek e. Her du jî bi navê ola îslamê tevdigerin. Her du jî bi navê sunîtiyê dipeyivin.
Bi tenê di navbera wan de dibe ku ji aliyê şêwazê xebatê ve hinekî cudahî hebe. Yek zihniyeta xwe hinekî vedişêre, ev AKP ye, yê din qet xwe venaşêre ev jî DAIŞ e; fikrê wê û zikrê wê û kiryarê wê hemû bi hev re ye û aşkera ye.

Lê yê AKP’ê, veşirtiye yan jî mirov dikare bêje, di despêkê de veşirtîbû lê kengî desthilatî xist destê xwe, êdî wê jî rûyê xwe yê reş, zihniyeta xwe ya qirêj û xwînrêj gav bi gav derxist holê û her roj bi zêdetir dide meşandin. Bi vê wateyê mirov dikarê bêjê êdî ew û DAIŞ, bi her awayî bûne weke hev, êdî her du jî aşkera êrîşî her nirxên bi rûmet û mirovahiyê dikin.

Jixwe ger mirov bala xwe baş bidê, ji berê ve bi hev re dixebitin. Jixwe her du jî projeyên derve ne. Hema mirov di du mînakên balkêş de dikare cêwîtiya wan a fikrî û zikrî zelal bibîne: Mînaka Mûsil(Nînova) û Kobanê!

Ma AKP, heman malxerabî û malwêraniyê li Heskîfê nake? Li vir dîroka gelê me ya 12 hezar sal tê xerakirin, hat xerakirin. Erê hinek kesan têkoşînek hêja û bi rûmet, li dijî vê siyaseta qirker a AKP’ê kirin, lê bê encam ma. Ji ber ku raya giştî ya cîhanê helwestek bikêrhatî nîşan neda. Jixwe bêdangmayîna yên xwedî û avakerên heman projeya AKP’ê û DAIŞ’ê ne ecêb e!

Ji alîkî ve, bikaranîna vê siyaseta qirêj û xwînrêj, bi navê îslamiyetê darbeyek mezin li îslamiyêtê jî didan. DAIŞ li Mûsilê û hwd. deveran dikir, AKP jî heman xerabkarî û heman zîhniyet li Heskifê pêkanî. Di encamê de cudahiya wan nîne.

Mînaka duyem jî Kobanê bû. Di heman rojên 2014’an de, hem êrîşên li ser Şingalê û Mexmûrê û hem jî li Rojava û bi taybetî Kobanê armanc standibûn. Ma ew gotina navdar a R.T.Erdogan a li Dîlokê ya nêzî sînorê Kobanê dikir û digot: “Ha Kobanê hema ket an dikeve”, tê jibîrkirin? Çawa dilê xwe bi serkeftina DAIŞ’ê ya li Kobanê xweş dikir, ma bi van gotinan zelal nayê xuyakirin?

Erê ne DAIŞ û ne jî AKP gihiştin armancên xwe yên bingehîn. Erê bi ser neketin, li hember berxwedana leheng û bi rûmet a gel şikestin, lê zerar û ziyanên mezin dan gelê kurd û herêmê. Talan û wêranên mezin li pey xwe hiştin.

Erê vê zîhniyeta hevbeş a AKP û DAIŞ’ê, bi bingehîn darbe xwarin û di asta bilind de şikestin, lê hîn xetera wan xelas nebû ye! Lewma, ji her alî ve hişyarî û amadekarî divê!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv