Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Halît Ermîş: Plana dewleta tirk a dagirkirina Başûr-Rojava 29.01.2021

 

HALÎT ERMÎŞ / ANHA
PLANA DEWLETA TIRK A DAGIRKIRINA BAŞÛR-ROJAVA

Tifaqa çete ya AKP/MHP’ê bi serdanên xwe yên Bexda-Hewlerê dest bi amadekirina pêvajoyeke nû kir. Berî ku vîzyona nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Rojhilata Navîn aşkera bibe, tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî hewl dide ku plana qirkirina gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bike.

Planeke berbiçav heye ku di sêgoşeya Enqere-Bexda-Hewlerê de li serê li hev kirine. Bêguman, hin nîşanên vê yekê hene, lê dem û rûdan wê tiştên li paş perdeyan aşkera bikin.

Lê tifaqa çete ya AKP-MHP’ê Rojava û Başûr bi hev re di nava plana têkbirin û qirkirina Kurdan de dibîne. Armanca sereke ya planê tasfiyekirina hemû destkeftî û pêşîlêgirtina statuyê ye.

Plana vê yekê wiha ye; sînorê di navbera Rojava û Başûr de wê were dagirkirin û bixin bin kontrola xwe. Bi navê têkoşîneke hevpar a li dijî PKK’ê, wê bi hikumeta Başûr a PDK’ê re hevkariyek tam were sazkirin. Hêza dagirker a Tirk wê ji Dêrikê heya Til Koçerê were bicihkirin. Bi vî rengî, wê têkiliya Rojava-Başûr bi tevahî qut bibe. Dema ku ev plan pêk were, wê vê carê Şengal bibe hedef.

Di encama vê planê de, hikumeta çete ya AKP-MHP’ê wê dergeheke sînor a nû sererast bi Iraqê re veke. Evê di heman demê de wekî deriyê dîktatoriya Erdogan ji cîhana erebî re be. Ji ber vê yekê, bi afirandina alternatîfeke dergeha sînor a Îbrahîm Xelîl wê zexta li ser PDK’ê zêde bibe û teslîmbûn kûrttir bibe.

Eger dagirkirina tê texmînkirin ya li ser vê xetê wekî ku hatiye plankirin bi pêş bikeve, vê carê wê bi konsepteke nû ya dagirkerî û wêrankirinê bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên nû dest pê bikin.

Bi rastî jî armanca sereke ya dagirkirina tevahiya xeta sînor a Rojava-Başûr ew e ku di plana duyemîn de serkeftinê bi dest bixe. Ji ber ku armanc wê ew be ku PKK’ê ji Rojava veqetînin û bi hevkariya PDK’ê êrişeke dijwar pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv