Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Ebbas çi bike xilasî tineye, ew rêwî ye!’

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
EBBAS ÇI BIKE XILASÎ TINEYE, EW RÊWÎ YE !

Erdogan tezkereya şer ji meclisê derbas kir. Di tezkereyê de cudayî vê carê wextê tezkereyê ye. Berî niha tezkere ji bo salek dihate derxistin. Vê carê ji bo du salan derxistin. Sedema vê yekê tê zanîn. Di pêşerojê de hilbijartin hene û naxwazin rewşa leşkerên xwe yên li derveyî welat, bi taybet yên li Sûriye û Iraqê, bi paşvekêşanek zarûrî re rû bi rû bihêlin. Her wiha Erdogan bi vê tezkereyê, dixwaze heta hilbijartinên 2023’an tehdîda şer di destê xwe de bihêle.

Tehdîda şer jî ji du alî ve ji bo Erdogan girîng e. Yek, Erdogan bi neyartiya kurdan li ser hukum ma. Bi van destkeftiyan dixwaze, siyaseta xwe ya neyarane bidomîne. Dudu, her diçe lawaz dibe û diyar e ev lawazbûn eger tedbîrek negire wê dawiya Erdogan jî bîne. Şer, ji bo vê yekê jî wekî tedbîrekê diparêze. Pir kes di wê baweriyê de ne ku Erdogan dema ji bo hilbijartinan were mecburkirin, ewê carekî din haleta şer biceribîne. Bi riya vî şerî jî, heta ji wî were ew ê desthilatdariya xwe biparêze. Tê dîtin ku amadekariya vê yekê dike.

Erdogan çend roj berê serçeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî bi cih kiriye, li Enqereyê civand. Bi wan serçeteyan re amadekariya plana şerê rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Tiştên li gorî çapemeniya Erdogan dinivîsîne, tevî leşkerên tirk û çeteyan herî kêm 35 hezar çekdar ji bo êrîşên bejayî hatine amadekirin. Di hedefa wan de jî Minbic, Til Rifat, Til Temir û Eyn Îsa hene. Ew ê bi beşdariya hêzên hewayî, ji du aliyan êrîş bibin ser rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Beşek çete û leşkerên tirk ew ê ji ser Girê Spî û Serêkaniyê ber bi Eyn Îsa û Til Temir ve biçin; çete û leşkerên mayî jî ji ser Efrîn û Cerablûsê ve ber bi Minbic û Til Rifatê ve biçin. Armancek vê êrîşê jî ew e, xeta Kobanê û Herêma Cizîrê ji hev bibirin, Kobanê tenê bihêlin.

Ev plan, her wiha amadekariya şerekî mezin e. Her çiqas ew di propagandayên xwe de, wekî hedefên hêsan nîşan bidin jî, dizanin ku êrîşeke evqas berfireh ew ê bi hêsanî tevnegere û li hemberî wan ew ê berxwedanek mezin hebe. Ji bo wê yekê jî geh li deriyê Rûsya, geh jî li deriyê DYA’yê dixin. Ji wan hem dixwazin korîdora hewayî heta dawiyê ji wan re vekin, hem jî dixwazin li hember êrîşan bêdeng bimînin.

Ev ji bo wan rêya hêsan e. Lê hê jî ew ê DYA helwestek çawa bigre, ne diyar e. Rûsya, tê dîtin ku ji dewleta tirk re hêsanî nîşan dide. Sedemên vê yekê jî tê zanîn. Hem dixwaze li Idlibê rê ji rejîma Sûriyeyê re veke, hem jî dixwaze kurdan mecburî Sûriyeyê bike.

Erdogan, mecburî vî şerî ye. Ji bo xwe ji bandora lawazbûnê xilas bike, her wiha bi ceribandina şerekî nû carekî din bikaribe desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze, jê re şerek nû lazim e. Niha şertên şer pêkneanî ye. Şertên şer pêk bîne, îtîrazan ji holê rake ew ê dest bi êrîşan bike. Eger îcaze negire, ew ê dîsa şer biceribîne. Lê diyar e, şer ev car bi çi rengî destpê bike jî, Erdogan nikare xwe bi rêya şer xelas bike.

Bi gotinek kurt, êdî Ebbas çi bike xilasî ji wî re tine ye, ew rêwî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv