RECEBÊ KÎMYEWÎ
AHMET AKTAŞ / WELAT
Ji ber sûcê bi giştî kiribû û bi taybetî jî yê li ser gelê me yê Helebçeyê çi hat serê Seddamê kîmyewî û cezayê vî sûcê mirovahî çawa kişand tê zanîn.
Mirov dikare mînaka Qesabê Balkanan Slobodan Miloşevîç bide. Ew jî di heman serdema Seddam de, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê; qirkirin û jenosidên li Xirvatistanê, Bosna û Kosovayê kiribûn, hat girtin, ji bo darizandinê birin Laheya Hollandayê û li zindana wir bi rengekî gûmanbar mir.
Eger ku gunehê van û Erdogan were ber hevdû, ew ê ji yên Seddam û Miloşevîç ne kêmtîr be, dibe ku gelek zêdetir be jî.
Jixwe gunehê Kenan Evren ê faşîst û yê Miloşevîç li gel ê Erdogan kêmtir dimînin. Van her du faşîstan jî, hemû şêwazên gemar û bê exlaqî yên li dijî mirovahiyê bi kar anîne û gelek kiryarên komkujî, jenosîd û qirkirinê pêk anîne, lê me nebihîstiye ku çekên kîmyewî bi kar anîne. Lewma mirov dikare bêje Erdogan ji van zêdetir dijminê mirovahî û xwezayê ye.
Ev jî ne gelek tiştekî matmayî ye, ji ber ku ev kes, sedsaleke piştî wan derketiye ser dika faşîzmê û hemû şêwaz û amûrên faşîstên berî xwe jî, weke mînak û weke reberê xwe dibîne û daye ser şopa wan. Jixwe tê zanîn ku pesindariya Hitler aşkera dikir.
Mînakên vî kesî yên ji yên berî xwe zêdetir gelek in. Dijberî û dijminatiya wî ya asarên dîrokî, xwezayê û ya herî girîngtir jî ya jinan e.
Em bînin bîra xwe dema êdî li hember têkoşîna Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê tengav bû aşkera û bi dengê bilind got “zarok be jî, jin be jî, kî dibe bila bibe’ …û hwd. teqsîr nake û ji xwe re weke armanc destnîşan kir. Piştî van daxuyaniyên wî, êrîşên li ser zarokan û jinan bi xurtî kete rojeva wan; Ceylan Onkol, Dayika Taybet, Hevrîn Xelef û hema bi tenê li gorî yek raporek saziya lêkolînê, di serdema desthilatiya AKP’ê de, herî kêm 7 hezar û 500 jin hatine kuştin.
Lewma divê dijberiyek berfireh, hem li Kurdistanê û hem jî di asta cîhanê de kar û xebat jê re were kirin, da ku pêşî li vê malxerabî û kambaxiya sedsalê were girtin.