Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înstîtuya Kurdî ya Swîsreyê 21 pirtûk amade kirin

 

PIRTÛKÊN HÎNDEKARIYA KURDÎ
ÎNSTÎTUYA KURDÎ YA SWÎSREYÊ 21 PIRTÛK AMADE KIRIN

Instîtuya Kurdî ya li Swîsreyê ji bo hîndekariya kurdî pirtûk amade kirin.

Ji asta berî xwendegehê, asta jêrîn, asta navîn û heta asta jorîn bi tevayî 21 pirtûk çap kirin.

Ev yek jî bi çavdêrî û desteka Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê amade kirin.

Pirtûk di asta pîvanên hîndekariyê ya li Swîsre û Almanyayê hatine destnîşankirin.

Di van pirtûkên hîndekariyê de hînbûna bi riya lîstik, destkarî, stran, çîrok, wêne û spartekan heye.

Li dawiya her dersê ji bo dê û bav karibin li malê bi zarokên xwe re hînî kurdî bibin erk û spartek hene.

Ev cara yekê ye li diyasporayê ji bo zarokên kurdan bi awayekî birêkûpêk hînî kurdî û çanda welatê xwe bibin, pirtûkên hîndekariyê ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn pola nehan tên amadekirin.

Bi van pirtûkan zarok wê hînî ziman, çand, kevneşopî, dîrok, erdnîgarî, stran, metelok, lîstik, huner û wêjeya kurdî bibin.

21 pirtûk ji asta temenê zarokê 5 salî heta bigihê 15 saliya xwe hatine amadekirin.

Di nivîsîna van pirtûkan de ji kesên pispor ên wek şarezayê ziman, dîdaktîk, metodîk û pedagogik komisyon hatin sazkirin û pirtûk bi erêkirina van komiyonan gihiştin asta çapê.

Di her pirtûkekê de bi kêmayî 22 mijarên têrî du seetên perwerdeyê bikin, hene.

Saleke xwendegehê wek 44 hefteyan hatiye hesibandin.

Hûn dikarin hemû agahiyên li ser pirtûkan, naveroka wan, riya bidestxistina pirtûkan ji malpera Instîtuya Kurdî ya Swîsreyê www.institutkurdi.ch bibînin, bixwînin û bikirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv