Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Xelîfan warê Diyar Xerîb û Viyan Soran e

 

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
XELÎFAN WARÊ DIYAR XERÎB Û VIYAN SORAN E

Xelîfan, devereke li herêma Soran ya başûrê Kurdistanê ye. Li aliyê rojavayê wê jî çiyayê bajarê Rerwandiz yê dîrokî heye. Xelîfan, dikeva navbera Diyana û Herîr. Çar aliyên Xelîfan bi çiyayan dorpêç kirî ne. Ji aliyekî ve jî cîrana herêma Biradost e. Vê herêmê di sed salên dawî de ji gelek serhildanan re malvanî kiriye. Îro jî ji gerîlayên Kurdistanê re dike. Devereke wiha stratejîk, di van demê dawî de bûye eniya şerê dewleta Tirkan dayî destpêkirin. Dewleta Tirkan xwe paş ve kişandiye û di dewsa xwe de jî PDK li heremê erkdar kiriye. PDK dest bi çêkirina nuqteyên eskerî kir. Her roj sewqiyatên eskerî bi ser herêmê re şandin. Roj derbas bûn hin hêzên xwe yên çekdar jî anîn û li benda ‘plana B’ ya Tirkan sekinî.

Şerê artêşa Tirkan ku di 23yê Nîsanê dabû destpêkirin bi ser neket, plana xwe ya B xist meriyetê. Di vê planê de PDK wê gerîlla tehrîk bikira û hin taktîkên provakasyon pêk bianiyan. Çi kir? Li herêma Xelîfan 3 gerîla revandin. Hê aqûbeta wan nehatibû diyarkirin li heman heremê, li ser çemê Zapê heft gerîlayên HPG’ê kuştin. Bersiva PDKê ya ji bo heft şehîdan wiha bû: “Haya me ji van gerîlayan nîne!” Û piştî demekê jî her weke îtiraf bikin gotin; “Çi karê wan li Xelîfanê hebû?” Berê jî min di nivîsek xwe de gotibû û îro careke din dubare dikim: Eger gerîlayên ji bakur vegerin bakur, yên ji rojava vegerin rojava, êê baş e!! Gerîlayên ji başûr, hevalê Diyar Xerîb û Viyan Soran wê herin kû derê? Hûn ji xwe bipirsin “Çima artêşa Tirkan hatiye li Xelîfan bi cî bûye?” Ne îro, 5 sal berê Murat Karayilan di têlevizyona Kurd-Sat de digot; “Li herêma Xelîfanê eskerên Tirkan hene.” Rayadarên hikumeta başûr ti bersiv nedan. Ev herêm ji sînorê bakur 40 km. dûr e. Li gorî ‘Plana B’ ya dewleta Tirkan, wê gerîla were tehrîkkirin, da ku bersivê bide PDK’ê. Civaka Kurd li hemberî PKKê sor bike da ku bibêjin, “PKK şerê birakujiyê da destpêkirin!”

Hin kes qaşo bi hesasiyet tev digerin û dibêjin; Her du alî jî bila berjewendiyên xwe bidin aliyekî û li gorî berjewendiyên Kurdistanê tev bigerin. Baş e… PKK ji bo berjewendiyên Kurdistan çi dike? Şer dike û di her qada jiyanê de ji bo Kurdistaneke azad têdikoşe. Zêdetir em ji PKKê çi bixwazin? Divê ew kesên li kêleka PDK’ê cih digirin eşkere û vekirî bersivê bidin. Anha em ferqa wan zelal bikin. PKK bi salan e li dijî dewleta tirkî ya dagîrker têdikoşe. Berdêl û şahadetên giran dide. Jiyana xwe ya rojane daniye aliyekî û wek neferek doza Kurdistanê di şert û zirûfên dijwar de dijîn. PDK çi dike? Berûvajî, jiyaneke bi şatafat dijî û li kêleka dijmin cîh digire. Îro di şerê li dijî gerîla de cîh girtiye. Heger PKK bersivê bide jî (ku wê ti carî vê yekê pêk neyne) wê ti carî navê vî şerî nebe şerê Kurd û Kurdan. Lewra gerîla bi artêşa Tirkan re şer dike û hêzên PDK’ê jî di nava vê artêşê de kincên eskerên wan li xwe kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv