MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN KANTONÊN EFRÎN
MALBATÊN ŞEHÎDAN TECRÎDKIRINA RÊBER APO BI MEŞEKE GIRSEYÎ ŞERMEZAR KIRIN
“Bi rihê jina azad em ê rêber Apo azad bikin!..”
Bi vê diruşmê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Efrîn û Şehbayê, tecrîdkirina Rêber Apo şermezar kirin.
Meşa ku li navçeya Ehrezê destpê kir, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê veguherî mîtîngê.
Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Hacir Memo axivî
XIZMÊN GIRTIYAN:
EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN
Li Stenbolê jî malbatên girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo çalakiyek lidar xistin.
Malbatan bal kişandin ser binpêkirinên mafan yên li zindanên Tirkiyê.
Çalakî bi pêşengiya Komeleya MATUHAY-DER û Komeleya ANYAKAY-DER pêk hat.
Di dehan endamên komeleyan û xizmên girtiyan, beşdarî çalakiya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bûn.