Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Li dijî şerê taybet parastina taybet

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET PARASTINA TAYBET

Di vê pêvajoya ku dewlet polîtîkayên taybet pêş dixe de Meclisa Ciwanên HDP’ê jî gavek pir girîng avêt. Meclisa Ciwanan a HDP, di 10’ê îlonê de li dijî tiryakê, fihûşê û dejenerekirinê kampanyaya ‘Em tiryakê bişikînin û jiyana nû ava bikin’ da destpêkirin. Meclisa Ciwanan li navçeya Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Ciwanan anîn ziman ku ciwan dînamîzma civakê û pêşengên têkoşînê ne û ji ber vê awayî dibin hedefa zextên îktîdarê. Ciwanan bi bîr xist ku ji bo ew bi rol û rista xwe tevbigerin û polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan rawestînin kampanyaya li dijî tiryakê, fihûş û dejenekirina ciwanan didin destpêkirin. Ciwanan banga rêxistinbûyînê li ciwanan kir û anîn ziman ku wê li dijî vê dejenekirina ciwan û civakê xwe bi xwe siberoj û jiyana xwe ava bikin.

Ciwanên kurd vî şerê taybet ê ku dewlet li dijî wan dide meşandin dibînin û teşhis dikin. Ev dîtin û teşhîskirin girîng e. Lê di vê pêvajoya ku hemû dewletên serdest bi polîtîkayên hevpar li dijî nirxên civakan şerê taybet didin meşandin, divê ciwan jî bi taybetî bi her awayî xwe bi rêxistin bikin. Ciwan divê berî her tiştî xwe li taxan, dibistanan, zanîngehan, fabrîqeyan, kargeriyên tekstîlan û zeviyan xwe bi rêxistin bikin. Li hemû qadên ku ciwan lê hene xwe bi rêxistin bikin. Meclisa Ciwanên HDP’ê rêxistinek zagonî û rewa ye. Li gorî zagon û rêziknameyekê xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê divê karibin pir bi hêsanî, serbest û rewa xwe li taxan bi rêxistin bikin. Divê karibin li taxan meclisên xwe ava bikin û li van meclisan ciwanan hişyar bikin, ciwanan perwerde bikin û ji van talûkeyên li pêş wan dûr bixin.

Meclisa ciwanan bi taybetî divê dayik û bavan hişyar bikin ku zarokên xwe ji tora tiryak, fihûş, sîxurî û diziye biparêzin. Divê xwe bigînin her ciwanê/î û wan li dijî vê talûkeya li pêş wan hişyar bikin. Divê wan hişyar bikin ku torek pir mezin li pêş wan e û yên têkevin vê torê carek din nikarin xwe xelas bikin. Tora tiryak, fihûş û diziyê ji şewba Covid-19 xerabtir e. Hem zû belav dibe, hem jî nexweşiyek mayinde pêş dixe. Her ciwanek dikeve nava vê torê, bi xwe re ciwanên din jî dikişîne nava torê. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî ciwanên ku neketibin torê hişyar bikin û bi rêxistin bikin. Eger ciwan zû tev negerin û xwe li taxan bi rêxistin nekin, ev tora ku belav dibe êdî wê hemû civakê dîl bigire. Divê ciwan bi hevkariya nûnerên rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, xizmetkarên tenduristiyê, xizmetkarên perwerdehiyê vê kampanyayê pêş bixin. Çawa ku hemû dewlet li dijî civakê dibin yek û polîtîkayên şerê taybet pêş dixin, divê hemû nûner û pêşengên rêxistinên civakî jî bibin yek û parastina taybet pêş bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv