Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Xanedaniya Barzaniyan’

 

XANEDANIYA BARZANIYAN
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Di sala 2003’yan de dema Amerîka ket Iraqê û desthilata Seddam ruxand, li Başûrê Kurdistanê xanedaniyek nû hat avakirin; Xanedaniya Barzaniyan.

Malbata Barzanî, li Tirkiyê bi AKP’ê re têkildar bû. Hemû rê û rêbazên gendelî û talanê ji wan wergirtin.

AKP Riza Zarabê xwe ji wan re emsal nîşan da ku pereyên bi dest xistine çawa fermî bikin.

Tiştekî din jî fêrî wan kirin, ku ji sektora înşaetê û her cure îhaleyan wê çawa para xwe bigirin.

Di destpêkê de ji bo sîlûetê bajarê Hewlêrê were guhartin berê xwe dan sektora înşaetê. Fîrmayên dewleta Tirk, he roj avahiyên nû li bajarê Hewlêrê bilind dikirin. Ji hemû îhaleyên ku dabûn van fîrmayan jî, ji xwe re par digirtin.

Piştî demekê malbat fîrmayên xwe ava kirin. Hemû taktîk ji dewleta Tirkiyê girtibûn û li gorî van taktîkan dest bi talanê kirin.

Hemû dahatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo vê malbatê hat bikaranîn. Hikûmeta Baxdatê budçeyek ji herêma Kurdistanê veqetandibû. Dema ku ev budçe dihat Hewlêrê nîvî derbasî qaseyên malbata Barzaniyan dibû.

Li herêma Kurdistanê trenda malbatê ya dewlemendiyê çiqas bilindibû ya gel a belengaziyê jî ewqas xirabtir dibû.

Li herêma Kurdistanê dahatiyê herî mazin petrol bû. Malbat di destpêkê de ji fîrmayên petrolê yên ku ji derve hatibûn par digirtin. Pişt re wê fîrmayên xwe jî ava bikirana.

Roj bi roj mal û milkê malbata Barzanî li cîhanê belav bû. Û milkê malbata Barzanî ji Sûriyê heta Swîsreyê dirêj bûbû.

Li Amerîkayê li hin navendan li ser gendelî, mal û milkê malbata Barzaniyan hin agahî belav dibûn.

DGCI, sotemeniyê ji balafirgeha Hewlêrê re peyda dike. PDK’ê bêyî ku îhale çêbibe, bi awayekî awarte îhale dabû vê fîrmayê.

Bi saya hevpeymanên Barzaniyan, cîroya salane ya DGCI’yê ku di sala 2015’an 2 mîlyon dolar bû, di sala 2017an de derketibû heta 150 mîlyon dolarî.

Çavkanî dibêjin ku Barzaniyên li Hewlêrê, ji nîvî zêdetir ên hemû îhaleyên mezin par distînin.

Nirxê van 2 milkên li Kalîforniyayê 47 mîlyon dolar bû û 2 mîlyon dolar jî ji bo nûkirina wê hatibû pêşdîtin.

Bûhayên zêde yên firotinê yên vîllayên li Beverly Hîllsê, dibe sedema gûmanên ku ev vîlla, bi pereyên qirêj hatibin kirîn.
(…)

Xanedaniya Barzaniyan gelê Başûr bi salan bi birçîbûnê terbiye kirin. Îroj gel li hember van kiryaran bertekên mezin nîşan dide. Li kolanên herêma Kurdistan dengê azadiyê bilind dibin. Gel îroj bi du wê serwet û dawlemendiya hatiye dizîn û derbasî welatên din hatiye kirin, ketiye. Gel îroj li ber deriyê Xanedaniya Barzaniyan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv