ÎRAN HUMAN RIGHTS MONITOR
REJÎMA ÎRANÊ DARDEKIRINA HEYDER XORBANÎ BI DIZÎ PÊK ANÎ
Malpera Iran Human Rights, ango Çavdêriya Mafên Mirovan, têkildarî dardekirina siyasetvanê kurd Heyder Xorbanî nivîsek bi vê manşetê belav kir:
Îranê siyasetvanê kurd Heyder Xorbanî bi dizî darde kir.
Nûçe bi kurtî wiha ye:
Xorbanî ku serhildana çekdarî li dijî dewleta îranê dihat sûcbarkirin, di encama darizandineke sexte de, li zindana Senendecê hat dardekirin.
Bi şahidiya girtiyekî li heman zindanê mabû, berî demekê îspat bûbû ku rejîma Îranê êşkenceyeke giran jî li Heyder Xorbanî dikir.
Parêzerê XOrbanî, Saleh Nikbext dide zanîn ku muwekîlê wî bêî ku malbata wî were agahdarkirin, 19ê kanûnê serê sibê saet li 4an hatiye dardekirin.
Li gorî parêzer, Heyder Xorbanî bi xwe jî tenê rojek berî were îdamkirin, fêr bûye ku wê îdama wî pêk were.
Tê ragihandin ku çend saet piştî dardekirina Heyder Xorbanî, birayê wî j hatiye binçavkirin.