Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di hilbijartina Şîliyê de Gabriel Boric bû serokkomar

 

HILBIJARTINA ŞÎLIYÊ
GABRIEL BORIC BÛ SEROKKOMAR

Duh li Şiliyê tura duyemin a hilbijartina ji bo serokkomariyê pêk hat.

Her çiqasî li Şîliyê dengdayîn nehatiye mecbûrkirin jî, welatiyên Şîliyê ji bo dengê xwe bidin, bi beşdariyeke dîrokî tev li hilbijartinê bûn.

Namzetê bloka “dengê te rûmeta te ye” Gabriel Boricê çepgir di hilbijartinê de ji sedî 55’ê dengan girt û bû serokkomarê Şîliyê yê herî ciwan ê heta niha hatiye hilbijartin.

Li gel ku namzetê rastgir beriya hilbijartinê li dijî Boric bang li hilbijêran dikir û kampanyaya “ya hûnê komunîzmê hilbijêrin yan jî azadiyê” dimeşand jî, Boric bû hêviya gelê Şîliyê û bi slogana “hêvî wê tirsê têk bibe”, “dengê te rûmeta te ye” ket hilbijartinê.

Boric serkeftina xwe bi twîtekê ragihand û got: “Em yekîtî ne. Em hêvî ne. Bi hev re em zêde ne. Em dewam dikin.”

Lê meseleyên gelek giran benda Boric in.

Welatî ji bo guhertina destûra bingehîn ya ji serdema Pinochet maye, li bendî referandûmê ne.

Gel her wiha li bendî guhertinên aborî û gellek mijarên din in jî.

Boric li dû Sebastian Pinera, wê meha Adarê were ser kar.

Lewma jî Pînera bi videokonferansekê Boric pîroz kir.

Hêjayî gotinê ye beriya tûra yekemîn a hilbijartinê, serokkomarê heyî yê Şîliyê Sebastian Pinera bi gendeliyê dihat tawanbarkirin.

Ji ber vê yekê jî ezîlkirina wî hat ber destê parlemanê, lê belê parlemanê di lehê wî de biryar da û ew ji tawanbariyê rizgar kir.

Lewma Pinera di vê hilbijartinê nebû namzet û neket hilbijartinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv