Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Lîsteyek ‘terorê’ ya Kurdan jî heye’

 

LÎSTEYEK “TERORÊ” YA KURDAN JÎ HEYE
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Piştî Komploya Navneteweyî Amerîka bi tenê 2 salan sebir kir. Dema dît li hember komployê Ocalan bi berxwedanek mezin têdikoşe, serî li rêbazek nû da.

Êrîşa 11’ê Îlona 2001’an di siyaseta Amerîka de hin guhertinên mezin çêkir. Ji bo li hemû cîhanê hikm bikin ev êrîşa 11’ê îlonê kir hincet û hin lîsteyên nû yên “terorê” çêkir. Hin dijminên nû destnîşan kir.

Di demek wiha de dixwest ku li Rojhilata Navîn jî bi cîh bibe. Lê ew PKK ya ku xwestibû bi komployê tasfiye bike, hê jî li heremê hikim dikir. Paradigmaya Ocalan li her deverî belav dibû. Ji bo pêşî lêgirtina vê yekê di lîsteya xwe ya terorê de, navê PKK jî bi cîh kir.

Sal derbas bûn piştî Amerîka, Yekîtiya Ewropayê jî, di 10’ê Sibata 2014’an de PKK’ê xist lîsteya “terorê”. Yekîtiya Ewropayê bi daxwaza Tirkiyê PKK’ê girtibû lîsteyê.

Di 1’ê Gulana 2014’an de rêvebirên PKKê Murat Karayilan û Duran Kalkan, bi navbênkariya parêzeran serî li Dîwana Edaletê ya Ewropa dan û îtiraz kirin.

Di vê pêvajoyê de, dozgeriya Belçîkayê li gorî hişmendiya Tirkiyê tevgeriya û derbarê 36 siyasetvan û rojnamevanan de doz vekir. Doza Belçîka dest pê kir.

Piştî darizandinên salan, dadgehê bal kişand ser têkoşîna PKK dimeşîne û biryar da ku, têkoşîna PKK’ê, ne mijara terorîzmê, berovajî têkoşîna çekdarî ye.

Dema ku ev doz dewam dikir, Dîwana Edaletê ya Ewropa jî di 15 Mijdara 2018’an de, têkildarî tevgera azadiya Kurdistanê biryareke ku encamên muhîm ên hiqûqû, siyasî tê de heye wergirt.

Dadgehê biryara ku di 2014’an de ji hêla Yekîtiya Ewropa derheqê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hatibû girtin û PKK’ê xistibûn lîsteya “terorê “di cîh de nedît.

Lê çavê herkesî li doza Belçîka bû. Herî dawî Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de biryar da. Dadgehê diyar kiri ku PKK ‘hêzeke çekdarî ya ne dewletî ye’.

Li ser vê yekê di 28’ê Çile de rûniştina dozê li Dadgeha Bilind a Belçîkayê pêk hat. Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî biryara xwe ya dawî eşkere kir. Dadgehê biryara dadgeha Îstînafê ya “PKK ne rêxistineke terorîst e” erê kir.

Ev biryar biryara herî dawî û tu aliyek êdî nikare îtraz bike. Piştî biryarê êdî herkes li bendê bû ku Yekitiya Ewropa jî PKK’ê ji lîsta terorê derxe. Du biryarên dagehan hebû, lê wan di vê lîstê de israr dikirin.

Başe çima dewletên Ewropa ewqas israr dikin ku PKK di lîsteyê de bimîne? Çima li gorî biryarên dadgehên xwe tevnagerin? Çima bîatî daxwaz û xeletiyên dewleta Tirk dikin?

Bersivên van pirsan di israra komployê de veşartiye. Komplo hîn jî bi dawî nebûye û negihiştiye hedefa xwe. Berjewendiyên dewletên Ewropayiyan yê li Tirkiyê hê jî dewam dikin. Li Rojhilata Navîn hê jî xet û xêzên sînoran zelal nebûne. Şerê cîhanê yê sêyemîn hê jî dewam dike.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv