Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Serhildana me neqediyaye dewam dike!’

 

SERHILDANA ME NEQEDIYAYE DEWAM DIKE!
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Ev demek e ku li Tirkiyeyê rojeva sereke qirîza aborî ye. Van rojên dawiyê ev krîz êdî giha wê astê ku mirov dadkevin meydanan. Her çendî desthilata di bin birêveberiya Erdogan de vê rewşê manupîle bike jî êdî nayê nixûmandin.
(…)

Li Tirkiyeyê mirov êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Xizanî û bêkarî di asta herî jor de ye. Li gel rewşa aborî rewşa siyasî û civakî jî her ku diçe xirab dibe. Bêguman gelek sedemên vê krîzê hene.

Rojane em dibin şahidê wê yekê ku jin ji aliyê mêrên pê re zewicî yan jî xizmên xwe ve, bi hincetên cihêbûn, redkirina lihevkirinê, redkirina zewacê û redkirina têkiliyan tên kuştin. Jinên ciwan tên revandin û windakirin.
(…)

Aliyekî din ê vê krîzê jî tecrîd e. Bi tecrîdkirina Rêber Apo ku bandorê li tevahiya civakê û bi taybetî li jinan dike, weke amûreke êşkenceyê ya bi rêk û pêk li ser civakê ferz bike. Armanca vê tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku hîmê civakê birizîne û têkoşîna jinê ya azadiyê bifetisîne.

Jin jî li dijî tecrîdê û her cure êrişên pergalê bi berxwedaneke bê hempa têdikoşin û li meydanan dengê xwe bilind dikin. Me ev berxwedana jinan di çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi awakî darîçav dît.

Wekî din desthilata dewleta Tirk bi derxistina teskereyên şer, dahata welêt hemûyî dixe xizmeta berjewendiyên xwe û civakê xizan û belengaz dike.

Heger ev rewş ji hêla civakê vê baş bê xwendin û nirxandin, dikare bibe sedem ku li Tirkiyeyê pergal ji binî ve bê guhertin. Ji xwe êdî dema guhertina desthilata AKP-MHP’ê hatiye.
(…)

Di tûrikê Erdogan de tiştek nema. Soz da ku li Rojava, destketiyên gelan hemûyan têk bibe, nebir serî. Êriş bir ser Şengal û Mexmûrê, tiştek bi dest nexist. Ji dawiya meha Nîsanê ve êriş biriye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê nikare bi pêş ve here û encama dixwaze bigire.

Jin li hemberî van polîtîkayên qirêj rojane bi çalakiyên xwe li dijî tarîtiya li ser wan hatiye ferzkirin, meşaleyên azadiyê pêdixin. Wer dixuyê ku ev tarîtî wê bi têkoşîna jinan veguhere ronahiyê. Mirovahî wê bi jinê re azad bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv