Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Adar Şaman: ‘Li Îmraliyê vîna gelê Kurd tê ‘cezakirin’.’

 

LI ÎMRALIYÊ VÎNA GELÊ KURD TÊ ‘CEZAKIRIN’
ADAR ŞAMAN / XWEBÛN

Li bakurê Kurdistanê rojeva sereke ya siyaseta demokratîk û saziyên mafên mirovan; ‘cezayê disîplînê’ yê qedexekirina hevdîtina parêzer/malbatan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn. Li dijî vê qedexeyê gelê kurd nerazîbûneke tûnd nîşan da. Helwest û hesasiyeta gelê kurd a derbarê Îmraliyê de em ji dîroka têkoşîna 22 salên dawî dizanin.

Dema mijar dibe tenduristî, ewlehî û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, kurd tu carî bêdeng namînin.
(…)

Di bîrdoziya fermî ya mêtingerên Kurdistanê de cihê kurdên têkoşer, azadîxwaz tu carî nayê pejirandin. Abdullah Ocalan, vîn û nasnameya kurdên azad e. Ew zihniyeta ku ‘cezayê dîsiplînê’ biriye, nefreta ji xisleta nasnameya kurdên azad e. A ku li Îmraliyê tê cezakirin vîna gelê kurd e. Em jinên kurd, vî ‘cezayî’ weke tolrakirina ji xeta azadiya jinan re hatiye birîn hesap dikin û dibêjin; ‘heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk neyê dê têkoşîn, berxwedan û rêxistina jinên kurd li her derê cîhanê bi awayekî berbelav bidome.’
(…)

Her desthilat di demên xwe yên lûtkeyê de dirize. Desthilatdariya rejima Erdogan/Bahçalî ber bi jêr ve teqlo meqlo dibe. Êdî her kes dizane wê dawiya vê kelha zilmê bi têkoşîna gelê kurd pêk bê. Rûxandin ne tenê ji hêla fizîkî ve, dê derûnî, giyanî, aborî, siyasî û tevî pergalê serobino bibe.

Bi derketina girseyên gel ên kolanan û bi berzkirina dirûşmeyên ‘Erdogan îstîfa’ dê ev hêrs berbelavî tevahî Tirkiyeyê bibe.

Desthilatdariya AKP’ê di nava tevahî şaneyên dewletê de xwe bi cih kir û dewlet xist bin serweriya berjewendiyên desthilatdariya xwe de. Civaka Tirkiyeyê mîna pezê ku rojê sê danan (sibê, nîvro û êvarê) tê dohtin, da ber doşandinê.

Di van demên kaotîk/aloz de her kîjan hêz bi rêxistinkirî tev bigere, xwedî alternatîf û proje be dê serkeftin a wan be.

Hêvî bi yekbûyîna gelê kurd ava dibe. Hemû pirsgirekên civakî bi taybet ên jinan li benda çareseriyê ne.

Dê têkoşîn û berxwedana bê hempa ya Îmraliyê û gelê kurd ancamê diyar bike. Îro kelha zilmê ya AKP/MHP’ê li ber rûxandinê ye! Azadiya jinan bi rûxandina ‘hucreya tecrîda’ Îmraliyê pêkan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv