Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nilûfer Koç: ‘Berdêla tama azadiyê’

 

BERDÊLA TAMA AZADIYÊ
NÎLUFER KOÇ / NEWAYA JIN

Di asta cihanê de gelek kes, jinên Kurd wek jinên azad û pêşeng dibînin. Ramana nûjen a ku azadiya jinan wek hîmê demokrasiyê dibîne, li Kurdistanê û derveyî welat bi modelên dewlemend ên rexistinbûnê pek tê. Ew serkeftin di asta gerdûnî de jî ji bo tevahiya bindestên cihanê xizmeteke mezin e. Ev yek hêvî û baweriyê dide hemû kesên ku li azadiyê digerin.
(…)

Piştî 40 salan edî em jin xwedî siyaset, rêxistin, akademî, jineolojî, komûn, meclîs, komel, malên jinan, gundên jinan, kovar, partî, artêş, televîzyon û malper in. Deng û rengê me li Kurdistanê bilind e. Bê me edî jiyan nameşe. Bi van em gihiştinê tama azadiyê. Ji ber ve jî Rebêr Apo tê cezakirin.
(…)

Bi pergala Îmraliyê ji Rebêr Apo re dibêjin; te çima Kurd bi pêşengtiya jinên Kurd fêrî azadiyê kirin? Tu çima li ser azadiya jinan civakê ber bi sosyalîzma demokratîk ve dibî? 22 sal in, bênavber îşkenceyê li wî dikin. Nahêlin bêhna xwe bide û bistîne. Nahêlin di nav saetekê de li ser betona zîndana Îmraliyê bimeşe. Şêwazê meşa wî ceza dikin. Dibêjin; tu voltayê na avêje.

Pergala li Îmraliyê îdeolojiyek e û li dijî pergala Rebêr Apo hatiye avakirin. Rastiya kapîtalîzmê, baviksalariyê, serdest û desthiladaran yanî rastiya barbarîzm û faşîzmê di rejîma Imraliyê de ye.
(…)

Wan salên dawiyê jî îşkenceya li dijî Rebêr Apo girantir kirin. Ji ber ku pêşniyarên wî ên çareseriyê êdî sînor derbas kirin û Rebêr Apo êdî ji sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derket.

Di serî de pirsgirêka jinê, hawîrdor, xweza, mentîngerî û hwd yek bi yek ji aliye Rebêr Apo ve tên analizkirin û bang li hemû hêzên derveyî pergela kapîtalîmzê dike û dibêje; bi firehrengiya xwe li ser esas pîvanên hevbeş bibin yek.

Kurdan bi şoreşa xwe nişandan ku şert û merc çi dibin bila bibin, guhertin û mafê çarenûsê di destê mirovan bi xwe de ye. Ji ber îdeolojiya Apogerî sînor derbas kir, îşkenceya îmraliyê kûrtir kirin.

Lê di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rebêr Apo jî, hesastir dibe. Ji bo vê jî, êdî em Kurd pewîst e, li gel dostên xwe dengê xwe ji bo Rebêr Apo bilind bikin. Bi wan re maska derewên kapîtalîmzê û sazîyên ku di bin xizmeta wan de ne, em dikarin vala derxin. Ji bo wê jî pevya dem dema azadîyê ye, pirr di cih de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv