Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Hannibal rê dît, Hayrî Dûrmûş rê vekir 10.02.2021

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
HANNÎBAL RÊ DÎT, HAYRÎ DÛRMÛŞ RÊ VEKIR

Di dîrokê de gotinek, generalê Kartaca, Hannîbal Barca bi nav û deng heye. Dema ku Hannîbal bi 90 hezar eskerê xwe û bi hezaran fîl dixwaze di çiyayên Alpan de derbas bibin, rê li wan tê girtin û ji fermandarên xwe re wê gotina xwe ya dîrokî dibêje;”an emê rêyek bibînin an jî emê rêyek çêbikin”. Hannîbal di dawî de rêyek dibîne û ji çiyayên Alpan derbas dibe.

Îro li dijî dewleta Tirk ‘artêşa berxwedanê’ têdikoşe û di vê têkoşînê de hukûmeta AKPMHP’ê asê bûye. Hêzên demokrat, şoreşger li rêya çareseriyê digerin. Herkes dizane ku riya esas a ku pêşiya tevgerê vebike riya Rêber Ocalan e. Ji bo vê AKP di destpêkê de têkiliyên civaka Tirkiyê û Rêber Apo qût kirin. Hinceta herî mezin û bêwate jî îlana rêveberiyên xweser bû. Gotin PKK çima xweserî îlan kir. Dan ji bîrkirin ku ew rêveberiyên xweser 2 mehan piştî şerê bi 72 balefiran destpêkiribûn hatibû îlankirin. Faşîzma Erdogan piştî ku bajarên kurdan ruxand ji bo kes jê hesab nepirse dixwest rêya ku diçû Gerîlla bixitimîne. Çikir? Got: Xendek…Û bi gelek kesan da bawerkirin, biserket û rê hat xitimandin.

Li Tirkiyê krîza aborî, siyasî, civakî her ku diçe kûrtir û girantir dibe. Tirs û xofa hatî belavkirin bi serketî didomîne. Ji civakê yek deng dernakeve. Di sala 1972an de Denîz Gezmîş li dijî artêşê û siyaseta demê ji cîwanan re pêşengî kir. Denîz Gezmîş, bi îdamkirina xwe rêyek di siyaseta Tirkiyê de vekir. Di van demê dawî de cîwanên Tirkiyê metodên berxwedana Denîz Gezmîş bibîrxistin. Li zanîngeha Bogazîçî serî bilind kirin û îroj dixwazin rêyek li dijî faşîzmê çêbikin.

M. Hayrî Durmuş jî di taritiya 12’ê Îlonê de, li zîndana Amedê, di dema ku îşkence derketibû asta herî jor û hemû rê jî hatibûn girtin de, di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rêyek vekiribû. Hannîbal rê dît, Hayrî Durmuş rê vekir.

Di navbera Gerîlla û Hannîbal de ferqek hebû. Hannîbal ji bo dagirkirina heremek diçû û rê dîtibû. Artêşa Berxwedanê jî ji bo faşîzmê têkbibe, ji bo bi azadiya Ocalan rê veke ku bigîhêjin gerîlla.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv