Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meral Çîçek: Zindaneke NATO’yê Îmralî 10.02.2021

 

ZINDANEKE NATO’YÊ ÎMRALI
MERAL ÇÎÇEK / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Wextekî zindana Eastern State Penitentiary zindana herî navdar a cîhanê bû. Lê ne ji ber ku lîderê bi nav û deng ê mafyayê Al Capone li vê zindanê hatibû ragirtin. Ev girtîgeh li eyaleta Philadelphia ya Amerîkayê bû û bi awayekî sîstematîk tecrîd lê hebû. Ya rastî zindana pêşiye ku pergala tecrît û êşkenceyê lê hatiye avakirin.

Girtî li hucreyên yek kesî dihatin ragirtin. Ne karîbûn hevdû bibînin û têkiliya bi derve re jî qedexe bû. Her hucre hewşa wê hebû. Rojê tenê saetekê karîbûn derkevin hewşê û ew jî hevdîtina bi girtiyên din re qedexe bû. Mafê hevdîtin û serdanê tinebû. Tenê destûr dihat dayîn ku Încîl bixwînin, wekî din pirtûk qedexe bûn. Dema ku girtî ji hucreyan derdixistin ji bo hundir nebînin maske didan ber rûyê wan.

Girtîgeha Eastern State Penitentiary jî prototîpa Îmraliyê ye. Ev girtîgeheke ne ya Tirkiyê ye. Tê dîtin ku ya Amerîkayê ye. Çawa ku 15’ê Sibatê komployeke operasyona NATO-Gladyo bû, tecrît û êşkenceya li Îmraliyê jî modela NATO ye. Ev pergal 22 sal in bi şev û roj li Îmraliyê tê meşandin.

Li Îmraliyê pergala êşkence û tecrîdê ya li dijî Rêber Apo li ti devera cîhanê nemaye. Li ti devera cîhanê mirovek bi tena serê xwe li zindana giravekê nehatiye ragirtin. Her wiha mafê wan ên hevdîtin, telefon û name nehatiye qedexekirin. Di dîrokê de mînakek wê tineye. Lewma tecrît û êşkenceya li ser Rêber Apo bê mînak e.

Eger li pey vê pergalê tenê Dewleta Tirk hebûya wê li beramberî têkoşîna 22 salan hilweşiya ba. Lê li pey vê pergalê di serî de Amerîka, NATO û hêzên kapîtalîst hene. Ew heyeta CPT ku cara dawî çû Tirkiyê û serdana Îmraliyê nekir heman siyasetê nîşan dide.

Ji bo vê yekê jî salvegera komploya 15’ê Sibatê vê yekê careke din nîşanî me dide. Divê pergala êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê baştir were fêmkirin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo jî ew çend bibe navnetewî û xurtkirin. Ji bo hilweşandina pergala li Îmraliyê şert û mercên têkoşînê ji her carê zêdetir guncav e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv