Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Rûsya siyasetek xerab dimeşîne 10.02.2021

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
RÛSYA SIYASETEK XERAB DIMEŞÎNE

Piştî şantaj û lîska wan a li Eyn Îsa bi ser neket, hez dikin li deverên din provakasyonan çê bikin. Ji xwe, dewleta Tirka, li deverên dagirkirî zulma faşîzan li ser gelê ku maye li wira didin meşandin; dikuje, êşkence dike, direvîne, fîdye dixwaze û her deverê talan û wêran dike. Li deverên nêzî yên dagirkirî topbaran dike û jiyanê aloz dike.

Li aliyê din, wisa tê gûman kirin ku piştî wan civînên li gel Rûsya yê, gihiştine hinek biryaran. Li pey van danûstandinên Rûsya û Tirkiyeyê, topbaranên li herêmê zêdetir bûn û li Hesekê, Qamişlo bûyerên balkêş ên provakatîf ji aliyê rejîma Şamê hatin despêkirin. Eger ne ji hişyarbûn û helwesta xurt a Rêveberiya Xweser bûya, bûyerên xerabtir da rû bidin. Bêgûman xetera van lîstik û provakasyonan xelas nebûye. Diyar dibe ku ew guhertina reveberiya li Amerîka, Rûsya gelek xemgîn kirî ye. Li gorî daxwiyaniyên hinek payedarên rêveberîya nû a Emerîka, ew ê siyaseta li dijî Rûsya û Tirkye yê dijwartir û hişktir bikin. Lewma Rûsya jî, dixwaze ku hîn vê rêveberiya nû a Emerîka xwe organîze nekiri bi lezgînî hevalbendên xwe yên Tirkiye û Îranê bixe nava hinek provakasyonan.

Dibîne ku PYNK û ENKS, civînên xwe yên lihevhatinê dîsa didin despê kirin, ev jî ne li goreyî siyaseta Rûsyayê ye. Li vê herêmê pêşketina siyaseta Amerîkayê, tê wateya paşketina wan. Lewma ji bo ev lihevhatina hêzên kurdî pêk neyên, van hewldanên kambax, bi rêya rejîma Şamê zêdetir dikin. Dewleta Tirka, ji van hewldanên qirêj ên dijî doza kurdan û bi taybetî yên dijî Rojava amade ye, eger tirsa wê nebe hema wê êriş bike û her deverê Kurdistanê dagir bike. Tirsa dewleta Tirkan ji gelek alî ve heye. Ji alîkî ve ew ê weke berê ji dewleta Emerîka piştgriyê nebîne. Her wiha ji Rûsyayê jî bi temamî ne piştrast e.

Dibe ku li ser kurda li gel Îranê heta radeyekê bimeşe, lê bi temamî her du dewlet jî baweriyê bi hevdu nayê. Li aliyê din jî, bi bingehîn tirsa wê ji berxwedana lehengî ya gelê kurd e. Di têkiliyên xwe yên derve de, ketiye çi halê xerab diyar e. Li hundur jî, her roj ji roja din xerabtir dibe û desthilatiya AKPMHP’ê êdî diheje û dilerize.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv