Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: Eniya parastina Kurdistanê

 

FARÛK SAKIK / RONAHÎ
ENIYA PARASTINA KURDISTANÊ

Di 26’ê Tebaxa 2016’an de, li Cizîrê gerîla Firat Pirsûs çalakiyeke fedayî pêk anî û di çalakiyê de 118 polîs hatin kuştin. Şehîd Firat Pirsûs berî çalakiya xwe peyamek dabû çapameniyê. Piştî peyamê rojnamevan ji bo detayan jê dixwest mîzansel 2-3 fîşekan biteqîne û wî jî ji ekraran re wiha gotibû: “Ez niha van fîşekên bi pereyên gel hatîn kirîn li ser daxwaziya rojnamevanan diteqînim, bila gel min bibexşîne” Ev gotinên wî pir bibandor bûn. Kesek canê xwe ji bo gelek feda dike û 2 fîşekên bi pereyên gel hatîn kirîn naxwaze bêwate werin bikaranîn.

Îro li Metîna, Zap û Avaşîn gerîlayên hevalên wî bi lehengiyeke mezin şer dikin. Ji bo parastina axa Kurdistanê her roj şehîd dibin. Di demeke wiha de ka divê gel piştgiriyeke çawa bide vî gerîlayî, nîqaşan dest pê kir. Divê hunermend bi hunera xwe, rojnamevan di weşan û xebata xwe de, siyasedmedar di dîplomasî û di siyaseta rojane de, gel bi daketina kolanan, cîwan bi biryareke nû û zarok bi kenê xwe piştgiriyê bidin vê berxwedana gerîla.

Îro ji bo tinekirina Kurdan konsepteke giştî hatiye destpêkirin. Dijminên kurdan tev hatine cem hev. Civaka xwe jî bi dijmintiya Kurdan perwede kirine (Sedat Peker di îtirafnameya xwe de digot, em bi dijmintiya Kurdan hatin mezinkirin) û ji bo tinekirina Kurdan seferber bûne. Divê Kurd jî seferber bibin. Divê Kurd jî eniya berxwedanê ava bikin. Divê her kes di vê eniyê de cih bigire. Divê tevayiya partî, sazî û rêxistinên Kurdan vê konsepta dijmin ya tinekirina Kurdan bibînin. Ji bo demekê be jî, deriyê partî û rêxistinin xwe bigirin û li hemberî vê konsepta dijmin, li kêleka gerîlayê azadiya Kurdistan cih bigirin. Piştî ku talûkeya ser Kurdistanê derbas bû bila careke din vegerin, wan deriyê xwe vekin û ew jî li gorî baweriyên xwe ji bo Kurdistana azad têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv