Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demîrtaş: Kurdistan darek e! Mexmûr jî mirovahî û rûmet e!

 

NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
KURDISTAN DAREKE ! MEXMÛR JÎ MIROVAHÎ Û RÛMET E !

Sala 2017’an di navbera du gundên cîran de pevçûn derket. Mesele wan jî dar bûn. Çend dar hatibûn jêkirin. Li ser vê yekê keleş û çekên giran hatibûn bikaranîn. Zaroka 14 salî Şîlan Qasim jî bi sîleha Bîksî hatibû kuştin.

Di heman wextî de bajarê Kerkûkê, 16 navçe û 44 bajarok radestî hukûmeta Iraqê kirin. Eniya Turkmen ku girêdayî MÎT’ê yê li Kerkûkê heval Hogir qetil kirin.

Bi kurt û kurtmancî dema ku bajarê Kerkûkê ji dest diçû kesî ranehişt sîlehan, lê ji bo çend daran hevdû dikuştin. Çend dar ne ku ne girîng in, lê dibû sedema kuştinê.

Beriya wê bi salekê jî bûyerek li rojhilatê Kurdistanê çêbû. Pêşmergeyan beyî destûra gel dar jêkirin. 2 gundî bi sîlehan hatin kuştin. Li ser vê yekê gel jî baregehên pêşmergeyan şewitandin.

Niha em li yên Dewleta Tirk binêrin.

Li ti devera cîhanê mînaka Efrînê nehatiye dîtin. Ewqas darên zeytûnan hatin jêkirin.

Dewleta Tirk difikire ku bi dagirkeriya xwe li qada navnetewî cihê xwe girtiye, lê wê rojek were poşman bibe ku Efrîn dagir kiriye.

Erdogan her ku li pêşberî berxwedana gel dikeve tengasiyê fermana êrişa li ser gel dide. Niha jî bela xwe li xelkê Mexmûrê dide. Sedema ewqas qeyran û pirsgirêkan Mexmûrê dibînin. Ji bo ku hevkariya xwe ya bi çeteyan re veşêrin û rojevê biguherînin serî li riyeke wilo dan.

Dema ku DAIŞ’ê êriş bir ser Mexmûrê gerîlayan li pêşberî dinyayê parastina penaberên li wir kir. Dewleta Tirk dehê caran êrişî Mexmûrê kir. Netewên Yekbûyî, Iraq û hukûmeta herêmê li pêşberî van êrişan bêdeng man. Êrişên Dewleta Tirk li ser Mexmûrê û gefên wan sûcekî navnetewî ye.

Heman rewş ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe. Kî çi dibêje bila bêje Dewleta Tirk tevahiya Kurdan qetil bike jî wê nikaribe ji qeyranê rizgar bibe. Paşiya wan xuyaye. Ev qeyran wê dawiya Dewleta Tirk bîne. Lê divê em niha hesabê qirkirina xwezayê ji wan bipirsin.

Dewleta Tirk dixwaze xwezaya Kurdan tine bike. Îro Kurdistan wekî darekê ye. Bi jêkirinê dixwazin koka wê biqelînin.

Her dara ku tê jêkirin Kurdayetî ye. Armancên Dewleta Tirk bi vî rengî derbasî qonaxeke din bûye. Ji berê ve em dibêjin sedem çi dibe bila bibe devera dagir dikin Kurdistan e.

Xelkê Mexmûrê yê gef lê tê xwarin jî rûmeta mirovahiyê û Kurdistanê ye. Divê mirovahî xwedî li vî xelkê mexdûrê Dewleta Tirk derkeve.

Eger Kurdistan darek be, em jî şaxên wê darê ne. Bi hevre em dikarin dawî li dagirkerî, komkujî û gefan bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv