Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Helwestên rezîl yên li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirkan

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
HELWESTÊN REZÎL YÊN LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN QIRKER ÊN DEWLETA TIRKAN

Sed sal çêbû ku ev dewleta Tirkan, li ser jenosîda gelan hatiye damezrandin. Tê zanîn, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Pontûs, Laz, Rûm û herî dawî jî Kurd çawa di qirkirinê re derbas kirine. Yên ji ber şûrên wan yên jenosîdê filitîbûn jî, yan koçber kirin yan bi asîmileyê kirine Tirk. Yê bi tevayî ji holê nehatibin rakirin, qirkirin û tirkkirin Kurd in. Ew jî ji ber ku jimara wan gelek bû û hinekî jî li ber xwe dan. Ji ber wê niha dixwaze wê pêvjoya jenosîda Kurdan ya nîvçemayî temam bike. Van êrîşên evqas giran û berfireh li ser Kurdistanê, bi bêwijdanî û bêexlaqî didin meşandin, ji bo vê armanca xedar e.

Helbet li kîjan deverê destkeftî hebin yan jî têkoşîn ber bi serkeftinê ve biçe, êrîşên xwe li wan devaran dijwartir dikin. Mînaka Rojava û Başûr li ber çavan e. Erê, êdî dewleta Tirkan, çendî dijminê Kurdan û mirovayiyê ye, herî kêm ji aliyê Tevgêra Azadiyê û gelê Kurdistanê ve hatiye naskirin û têkoşîna xwe ya birûmet jî didin meşandin. Ev zelal û eşkere ye. Lê ya dilê mirovan diêşîne û dixelîne, helwesta hinek rêxistinên kurdî ne û hinek zirdewletên cîhanî ne. Ew rastiya heyî ya mijara gotinê bû, ji aliyê van rêxistin û zirdewletan jî baş tê zanin û bi hişmendî van hilwestên rezîl û lewitî nîşan didin.

Hem dewletên dagîrker û di serî de dewleta Tirka, hem jî zirdewletên cîhanî, eşkere ye ku ji bo berjewendiyên dewletên xwe destdirêjiyê li Kurdistanê dikin û hema yekser bi mêtîngeran re dibin hevkar. Lê ya dilê mirovan pirtir diêşîne, mixabin helwest û hevkariya hizb û rêxistinên bi navê Kurdistanîbûnê bang li xwe dikin. Weke biwêja, “qet gunehê dizan nîne, ma hemû guneh, yê xwedanê malê ye?”, van jî mîna dijminên dagîrker yên biyanî dipeyivîn û dibêjin, “guneh hemû yê PKK’ê ye”!, qet gotineke tal û tirş ji bo dewleta dagîrker ya Tirka nabêjin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv